Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin 2024-03-06 18:11:53   MÊRSÎN – Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê kesekî rûpoş êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê kir.    Li Taxa Homûrlû ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê kesekî bi rûpoş êrişî buroya hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir. Êriş duh bi şev pêk hat. Êrişkarê ku rûyê xwe nixumand, alayên li ber buroya hilbijartinê rakir.   Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê, giliyê êrişkar kir.