ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-07 09:00:15   * Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Qilebanê diyar kirin ku dê gel di 31'ê Adarê de bersivê bide kesên ku vîna gel desteser dikin û gotin: "Em ê di sindoqê de şeqameke wisa li van bixin ku êdî şerim bikin ku li Qilebanê bikevin hilbijartinê. Em ê şaredariya xwe diyarî hevalê Ehmed Gun bikin."    * Ji Komîteya Amadekar Meral Şîmşek ku der barê Hefteya Çandê ya Jinên Kurd de axivî, diyar kir ku wê Hefteya Çandê bi meşa "Azadî ji Ocalan re" a di 8'ê Adarê de bê lidarxistina, dawî bibe.   * Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê der barê qonaxa duyemîn a kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de agahî dan û diyar kir ku sala 2025'an wê bibe sala azadiya Ocalan û wê berxwedanê mezin bikin.   * Endamê heyeta Aqilmendan a di pêvajoya diyalogê de hat avakirin Ahmet Farûk Unsal, bibîr xist ku di pêvajoya diyalogê de Abdullah Ocalan pevçûn dane sekinandin û pêvajoyeke aram dest pê kiriye û wiha pirsî: "Çima ji bo careke din rola xwe bilîze em deriyê Îmraliyê venakin?"   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk diyar kir ku kurd di hilbijartinan de ne tenê bi AKP'ê re, bi hêza dewletê ya ku pişta wan girtiye re jî dikevin pêşbaziyê û got: "Gelê me tevî hîle û xurdeyan jî wê serketineke mezin bi dest bixe."   * Dengbêj Mukaddes a ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kilam amade kiriye wiha got: “8’ê Adarê divê her jineke kurd li kolanan be. Divê qad bi tililî û çepikan werin tijekirin.”    * Namzetên hevşaredariyê yên Bazîdê Kenan Alkan û Aygul Aşan destnîşan kirin ku ew ê mekanîzmayekê ava bikin ku gel karibe xwe bi rê ve bibe û gotin: “Şaredarî gel bi rê ve nabe, dê gel şaredariyê bi rê ve bibe.    * Jinan li Amed û Êlihê ji bo 8’ê Adarê banga xurtkirina têkoşînê kirin.    * Jinên dixebitin dê 8’ê Adarê di hala zebze-fêkiyan de pêşwazî bikin wiha gotin: “Bila jin ji bo me jî bi gotina ‘aştî’ û ‘jin, jiyan, azadî’ bimeşin.”    * Jinên Botanê diyar kirin ku ew ê li dijî her cureyên êriş û polîtikayên li dijî jinan di 8'ê Adarê de dakevin qadan û ev bang kirin: "Bi tililiyên xwe û kilamên xwe di qadê de cihê xwe bigirin. Bila 8'ê Adarê yek jin li malê nemîne."   * DEM Partî dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gelek bajaran çalakî û xebatan li dar bixe. (10.00-18.00)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê berdewam bike. (11.00-16.00)   * Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. 11.00-19.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li navçeyên Kulu û Cîhanbeylî yên Konyayê bi gel re were ba hev. (12.00 ZINDÎ   * ÎHD dê têkildarî lêpirsînên ji ber razandina pereyan a ser hesabên girtiyan hatine destpêkirin, li gelek bajaran daxuyaniyan li dar bixe. (13.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Amedê tev li pêşengeha wêneyan û listika şanoyê bibe. (17.00-19.30)