Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin 2024-03-07 09:02:44   ŞIRNEX - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Qilebanê diyar kirin ku dê gel di 31'ê Adarê de bersivê bide kesên ku vîna gel desteser dikin û gotin: "Em ê di sindoqê de şeqameke wisa li van bixin ku êdî şerim bikin ku li Qilebanê bikevin hilbijartinê. Em ê şaredariya xwe diyarî hevalê Ehmed Gun bikin."      Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê partiyên siyasî dest bi xebatên xwe kirin. Bi diyarkirina namzetên şaredariyan, namzet daketin qadan. Yek ji van partiyên siyasî DEM Partiyê li bakurê Kurdistanê pêşhilbijartin pêk anî û bi dengê gel namzetên xwe diyar kirin. Niha jî armanca DEM Partiyê ew e ku bajêr, navçe û bajarokên Kurdistanê yên ku AKP'ê bi dengdêrên ku ji derve anîne desteser kiribûn di vê hilbijartinê de bi îradeya gel bi dest bixe. Yek ji van navçeyan jî navçeya Qilebanê ya Şirnexê ye. Navçeya Qilebanê di herêma Botanê de navçeya ku herî zêde bi xwezaya xwe balê dikşîne li ser xwe ye. Çiyayên Heftanîn û Kêla Memê çiyayên herî bilind ên navçeyê ne û her wiha navçe bi zozanên xwe jî balê dikişîne. Navçeya ku piraniya wan ji hilbijêrên DEM Partiyê pêk tê di hilbijartinên xwecihî yên di sala 2019'an de bi veguhestina dengên leşker, polîs û cerdevanan ên ji aliyê AKP'ê ve hate desteserkirin. Niha jî DEM Partî hewl dide ku şaredariya wan a ku hatiye desteserkirin bi vîna gel bi dest bixin.    Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeyê Ferîde Ender û Alî Urek der barê projeyên xwe û polîtikayên ku li ser navçeyê tên meşandin de axivîn.    20 SAL IN BÊNAVBER TÊDIKOŞE   Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Qilebanê Ferîde Ender a ku di sala 1977'an de li Qilebanê hatiye dinê, 20 sal in bi awayekî çalak di nav xebatên partiya xwe de cih digire. Di van 20 salan de di nav komîsyonên taxan de cih girt, endamtiya meclisa şaredariyê kir û hevserokatiya HDP'ê ya navçeyê kir û bi hevalên xwe re mil bi mil bi dixebite.    PROJEYÊN JI JINÊN QILEBANÊ RE   Ender a diyar kir ku heta niha ji jinên Qilebanê yek qadek ji aliyê şaredariya AKP'ê ve nehatiye vekirin, anî ziman ku yekem xebata wê jî dê ji bo jinan vekirina qadan be û projeyên xwe wiha vegotin: "Şaredariya pergalê ya heyî heta niha ji bo jinan tiştek nekiriye. Di van 5 salan de jin bi rehetî neçûne şaredariyê û derdê xwe ji wan re negotine. Xwe weke biyanî dibînin. Ji ber ku jin weke şaredariya xwe nabînin. Heke ku tiştek kiribin jî ji aligirên xwe re kirine. Bi hişmendiya, 'ev nêzikî min e û ev ne nêzikî min e' tevgeriyane. Ji ber ku bi vîna vî gelî nehatine hilbijartin. Ji ber wê jî dema ku em hatin hilbijartin xebata ku em destpêkê bidin pêşiya xwe ji jinan re vekirina qadan e. Em ê ewilî şêwirmendiya jinê vekin. Pirgirêkên jinan çi ne, çi dixwazin û rastî kîjan cûreyê tundiyê tên em ê ewilî van tespît bikin. Li gel vekirina şewirmendiya jinê dê jin xwe bînin ziman. Piştî guhdarkirina jinan em ê pêwistiyên wan û daxwazên wan yek bi yek guhdar bikin û çareser bikin. Yek ji projeyên me jî vekirina parqên jinan e. Her wiha qadên aboriyê ji jinan re vekin. Dîsa em ê atolyeyên jinan vekin û em ê di her taxekê de tekstîlên jinan vekin."   'EM Ê ŞAREDARIYÊ BIKIN MALA JINAN'   Ferîde Ender, bi lêv kir ku ew ê li gorî daxwaz û pêşniyarên jinan dest bi xebatên xwe bikin û wiha berdewam kir: "Li navçeya me jin di malê de hatine hepskirin. Dema ku em hatin ser kar em ê vê hişmendiyê bişkînin û jinan di malê de derbixînin û têxin nava civakê da ku bi awayekî rehet bikaribin bijin. Îro jineke Qilebanê jî nikare bi rehetî biçe deriyê şaredariyê lêbixe û pirsgirêkên xwe û daxwazên xwe vebêje. Lê dema ku em hatine ser kar em ê wî deriyî ji jinan re vekin. Heke ku daxwazeke wan hebe û pêşniyareke wan hebe em ê bi her awayî guhdar bikin û ji wan re çareseriyê peyda bikin. Em ê şaredariyê bikin mala jinan. Şaredariya me dê nebe şaredariya şexsan dê bibe şaredariya gel."   'DEM DEMA JINAN E'   Ender, daxwaz ji şeniyên Qilebanê kir ku hişyar bin û xwedî li vîna xwe derbikevin û ev bang kir: "Banga min a ji gel re, bila gelê me hişyar be û careke din nehêlin ku vîna wan desteser bikin. Bi sozên vala bila neyên xapandin. Beriya niha hilbijêrên ku ji derve anîn Qilebanê bandoreke mezin li ser şaredariyê kir. Lê divê ku vê hilbijartinê de gelê me neyê xapandin. Gelê me yê Qilebanê niha bi dil û can bi partiya xwe re ye. Dilê me jî ji wan re rehete, dem dema jinan e û dem dema serkeftinê ye."    30 SALAN PIŞTRE VEGERIYA    Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Qilebanê Ali Ûrek jî di sala 1970'yan li gundê Helêtê yê girêdayî navçeya Qilebanê tê dinê. Ûrek, heta sala 1993'yan li gund dimîne lêbelê li gel polîtîkayên dewletê yên ewlekariyê gundê wan jî tê valakirin û bi malbata xwe re nêçar dimîne û koçî Ewropayê dikin. Urek piştî 30 salan, ji bo ku di nav xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê de cihê xwe bigire berê xwe da Qilebanê û weke namzetê hevşaredariyê hate hilbijartin. Urek, derbarê namzetbûna xwe de hestên xwe wiha anîn ziman: "Dema ku ez li Ewropa jî ez her tim bi hesreta welat jiyam. Bedena min li wir bû lê rihê min her tim li vir bû. Her tim dilê min li vir bû. Min nedixwest ku ez li wir keyfxweş û gelê min li vir di bin vê zordestiyê de bin. Şaredariya me bi awayekî nehiqûqî hate desteserkirin. Ji ber wê jî min soz da û min got, 'ev neheqiya ku li ser axa min tê kirin ez qebûl nakim' û min berê xwe dîsa da axa xwe. Hatina min a vê derê ew bû ku di hilbijartinê de alikariya hevalên xwe bikim. Partiyê jî ez layiqî namzetiyê dîtim û ev peywîr da min."   'AKP'Ê JI XERABKIRINÊ PÊVETIR TIŞTEK DIN NEKIRIYE'   Urek, got ku şaredariya AKP'ê li navçeyê pêşiya texrîbatên mezin vekirine û got ku ew ê bajar bi gel re jinûve ava bike û ev tişt got: "Heta niha şaredariya AKP'ê ji Qilebanê re tiştek nekiriye. Ji xerabkirinê pêvetir tiştek nekiriye. Li Qilebanê her 5 metreyan carekî mirov rastî kaniyan tê lêbelê li navendê av nîne. Her wiha bi destûra şaredariyê bi awayekî bêhiqûqî saetên ceyranê yên gel anîne derve. Deriyên seatên ceyranê her tim vekirine û ev jî ji bo zarokan xetere ye. Ev pêkanîn ne li Stenbolê heye, ne li Enqereyê û ne jî li Ewropayê heye. Lê ev pêkanîn li Qilebanê heye. Çimkî bawerî bi gel nayînin. Dema ku me şaredarî qezenc kir em ê peşiyê de wan qabloyan jê bikin û ez ê wan qabloyan jî bi destê xwe bibirim. Her wiha pirsgirêka avê jî em ê çareser bikin. Her wiha li Qilebanê pirsgirêka parkên wesayitan heye. Em ê parkên wesayitan çêbikin."   'EM Ê ŞAREDARIYÊ DIYARÎ HEVALÊ EHMED BIKIN'   Urek, da zanîn ku dê Qileban di 31'ê Adarê de bersivê bide kesên ku vîna wan desteserkirine û got ku ew ê şaredariyê diyarî endamê DEM Partiyê Ehmed Gun ê ku hatiye qetilkirin bikin û ev tişt anî ziman: "Gundên Nêrweh, Kiror, Bejûh û Roboskê herêmeke ku AKP'ê kolandine ne. Bi lêgerîna komir û madenê ev herêmên me hemû xerab kirine. Ne ajal dikarin bijîn û ne jî mirov dikarin bijîn. Lêbelê tapoya vê derê ya erdan beyî ku pirsê ji gelê navçeyê bikin bi awayekî bêhiqûqî li ser navê xwe çêkirine. Çawa dibe ku tu diçî erdê xelkê li ser navê xwe qeyd dikî? Em hatine ku vê pergalê bigûherînin. Herêma me gelek dewlemend e û her derê wê çavkaniyên madêne ye. Lê ev nayê wê wateyê ku wêran bikin. Em ê di sindoqê de şeqemeke wisa li van bixin ku êdî şerim bikin ku li Qilebanê bikevin hilbijartinê. Heqê vî gelî xwarine. Em ji wan qebûl nakin. 10 sal in şaredariyê bi rê ve dibin lê kevirek nedanîne ser kevirekî. Bi sala ne ku ne li ser erdê û ne jî bin erdê tiştek nehiştin. Em amade ne û ew ê nikarin hêza me bişkînin. Em ê şaredariya xwe qezenc bikin û diyarî heval Ehmed Gun bikin. Em ê vê şaredariyê bikin şaredariya hevalê Ehmed. Em ê diyarî gelê xwe yê koçber ê ku niha li wargeha Mexmûrê dijin bikin."   MA / Zeynep Durgut