Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê 2024-03-07 09:19:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê der barê qonaxa duyemîn a kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de agahî dan û diyar kir ku sala 2025'an wê bibe sala azadiya Ocalan û wê berxwedanê mezin bikin.   Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Saziyên Kurd ên Demokratîk ên Ewropayê, komên enternasyonalîst ên Ewropayê û kesên navdar ên cîhanê di 10'ê cotmeha 2023'yan de kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" dabûn destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ku li 75 navendan hat destpêkirin, gelek çalakiyên wekî meşên dirêj, şandina kartpostalên ji Ocalan re, çalakiyên standan, peyamên kesayetên naskirî, xwendin û danasîna pirtûkên Abdullah Ocalan hatin lidarxistin. Di encama meşê de ku li gelek welatan hat destpêkirin, di 17’ê Sibatê de li bajarê Koln ê Almanyayê bi sed hezaran kes hatin cem hev û mitînga dawî ya kampanyayê pêk anîn.   Destpêka qonaxa duyemîn a kampanyayê di 1'ê adara 2024'an de hat dayîn. Li gorî daxuyaniyê, li gel 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, 21'ê Adarê Newroz û 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan tê plankirin ku wê li gelek welatên cîhanê çalakî û çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. Her wiha ji bo ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Konseya Ewropayê (KE) erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin, wê di meha nîsanê de çalakî bên lidarxistin.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrutê diyar kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de bi milyonan kes hatine tecrîdkirin. Zumrutê diyar kir ku têkoşîn û felsefeya Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bûye û got: "Îro rastiyeke gerdûnî ya Rêbertî heye. Xebernegirtina ji Ocalan ne tenê ji bo kurdan pirsgirêk e, di heman demê de pirsgirêkeke navneteweyî ye jî."   'GEL DIBÊJIN OCALAN'   Zumrutê bi bîr xist ku 25 sal in li cîhanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînên bêhempa tên meşandin û destnîşan kir ku ev kampanya li ser bidestxistina encamê hûr bûye. Zumrutê got: “Bi pêngava ku me di 10’ê cotmehê de daye destpêkirin, em dixwazin azadiya fizîkî ya Rêbertî misoger bikin. Ev tevger bi pêşengiya dostên me dest pê kir. Gotin 'Em qebûl nakin ku fîlozofek dîl bê girtin.' Kampanya bi pêşengiya gel hat lidarxistin. Hedefa me 25 welat bûn. Lêbelê, qonaxa yekem a tevgerê ji 105 welatan hat ragihandin. Şertê serkeftina pêngavê azadiya Rêber Apo ye. Qonaxa yekem a pêngavê heyecan û sînerjîyek cidî ji bo kurdan, dostên wan û gelên cîhanê çêkir."   QONAXA DUYEM   Zumrutê diyar kir ku bi hatina biharê re dest bi qonaxa duyemîn a kampanyayê kirine û got ku ji bo encamgirtinê xebatên nû plan dikin. Zumrutê got: “Di qonaxa duyemîn a pêngavê de em têkoşîna hiqûqî, dîplomatîk, siyasî û girseyî armanc dikin. Di qonaxa yekemîn a kampanyayê de hemû gel însiyatîfê girt ser xwe û xebatên xwe domandin. Bi taybetî di mîtînga fînalê ya 17’ê Sibatê ya li Kolnê de, me sînerjiya çêbû û heyecana têkoşîna li dijî komploya 1999’an dît. Li Ewropayê 3-4 milyon kurd dijîn. Rojekê milyonek mirov dikarin bên cem hev û em xwedî vê potansiyelê ne. 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, 21'ê Adarê Newroz û 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan e. Di van rojan de em ê çalakiyên girseyî girseyî pêk bînin. Wekî jin em ê li kolanan peyama herî mezin bidin dewletê."   Zumrutê bal kişand ser berpirsyariyên CPT û Konseya Ewropayê û got: "Divê CPT biçe Girava Îmraliyê û daxuyaniyeke serbixwe bide. Divê Konseya Ewropayê di aliyê hiqûqî de demildest Tirkiyeyê şermezar bike û azadiya xwe misoger bike. Em ê ji bo ku sazî erkên xwe bi cih bînin bixebitin. Berxwedana me wê di vê pêvajoyê de bênavber mezin bibe."   BANG LI GELÊN CÎHANÊ KIR   Zumrutê da zanîn ku bi tecrîdê re tê armanckirin gelê kurd û dostên wan bê nefes bên hiştin û got ku ew ê dengê Ocalan bigihînin hemû cîhanê. Zumrutê bang li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê kir û got: "Rêbertiya me ya gerdûnî û berxwedaneke ku em li ser asta cîhanê dimeşînin heye. Pêwîst e her kes di vê xeta berxwedanê de cih bigire. Armanca me ew e ku heta sala 2025’an Rêber Apo azad bibe. Girîng e ku hemû kes piştgiriyê bidin plansaziya me û însiyatîfê bigirin."   MA / Delal Akyuz