Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn 2024-03-07 10:52:36   ŞIRNEX - Ji bo parvekirinên li ser medyaya civakî yên têkildarî îdiayên sextekariyê yên derheqê Şaredarê Hilalê yê AKP’î Cevher Benek de biryara “astengkirinê” hate dayîn.    Cevher Benek ê AKP’î ji sala 2009’an heta şaredartiya Hilal a Qileban a Şirnexê dike. Hatibû îdiakirin ku Benek gelek kes xapandiye û sextekarî kiriye. Ji bo parvekirinên li ser medyaya dijîtal ên têkildarî îdiayên “sextekariyê” yên derheqê Benek de biryara “astengkirinê” hate dayîn.    Ajansa Mezopotamyayê (MA) di 4’ê adarê de îdiayên têkildarî Benek ku ji ber bertîl, bêusultiya di îhaleyan de û nelirêtiyê cezayê hefsê lê hatibû birîn û gelek kes xapandibû, kiribû rojev.   Piştî îdiayên behsa xeberê parêzerên Benek bi daxwaza ku parvekirinên li ser medyaya dijîtal ên têkildarî mijarê bên astengkirin, serî li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Qilebanê da. Di daxwaznameyê de hat îdiakirin ku agahiyên hatine parvekirin “bêbingeh in” û Benek ji ber van parvekirinan mexdûr bûye. Dadgeriyê jî daxwazname bi lez û bez nirxand û bi îdiaya “mafên şexsî yên şexs hatine binpêkirin” biryar da ku 16 navnîşanên li ser hesabên platformên X û Instagramê hatine parvekirin bên astengkirin.