Hatîmogullari serdana dayikên ku Nobeta Edaletê digirin kir 2024-03-07 16:12:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari serdana dayikên Nobeta Edaletê digirin kir, qurnefîl da dayikan û got: “Dîtina vê têkoşînê ya ji hêla gel û baweriyên li Tirkiyeyê, pir girîng û watedar e.”  Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ê ev 25 sal in di Girtîgeha Girava Îmraliyê de tê ragirtin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin berdewam dike.    AMED   Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi dirûşmeya azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja 94’an de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin. Di nobetê de pankarta “Em ji bo avakirina jiyanê tecrîdê bişkînin û ji zindanan re bibin deng” hate vekirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, TJA, parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya, Halîde Turkoglû, namzetên hevşaredariyê û gelek jin serdana nobetê kirin. Hatîmogullarî û şandeya pê re laçikên spî û qurnefîl dan dayikan.    Di çalakiyê de ewilî Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray axivî û wiha got: “Bi qasî ku tecrîd ranebe dê zext bi dijwarbûnê berdewam bikin.”   ‘EM LI CEM TÊKOŞÎNA DAYIKAN IN’   Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Giştî Tulay Hatîmogullari mafê axaftinê girt. Hatîmogullari bi bîr xist ku çalakiyên greva birçîbûnê bi mehan in berdewam dikin û wiha got: “Meşa Mezin a Azadiyê bi gavên xwe ve li her çar aliyê Kurdistanê gav bi gav meşiya. Yên meşiyane ne tenê şandeya me bû, li Kurdistanê sed hezaran welatiyên me yên kurd bûn hêmayên bingehîn ên vê meşa me. Ev hemû çalakî li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li Ewropayê bi yek armancê tên lidarxistin. Ji bo pêkanîna azadiya birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd. Wateya vê yekê xelasbûna şerê li vî welatî yê ku 40 sal in dom dike ye. Bi israr wekî duh em îro jî li cem vê têkoşînê ne. Wekî duh em li cem têkoşîna dayik didin meşandin in û em ê sekinîna xwe ya li cem dayikan bidomînin.”    ‘DESTHILAT LI DIJÎ AŞTIYÊ ŞER SOR DIKE’   Hatîmogullari ser Edaletê yên têne meşandin sekini û da zanîn ku tevî dayikan “Dîtina vê têkoşînê ya ji hêla gel û baweriyên cuda ên li Tirkiyeyê, pir girîng û wetedar e û wiha berfirehî da axaftina xwe: “Lê mixabin bi qasî ku em her çiqas bêjin ku destê xwe rast dirêjî vî destê ku bi daxwaza aştiyê ji wer re hatiye dirêjkirin; desthilat berovajiyê vê yekê dike. Şer sor dike. Hêj çend roj berê li Dêrika Rojavayê êrişên ku sivîlan hedef girtine hatin lidarxistin.   PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA STATUYÊ YE   Em wek DEM Partî, wek partiyeke müzakere û demokrasiyê me gelek caran anî ziman ku pirsgirêka kurd dê bi rêbazên demokratîk were çareserkirin. Dîrokeke ku ev 40 sal in sed hazaran mirov êş kişandine, dayik hestir barandine, bajarên me hatine valakirin heye. Em pêşberî dayikên Nobeta Edaletê didomînin careke din bang dikin, em careke din ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, destpêkirina pêvajoya diyalogê dikin. Em careke din dibêjin ku pirsgirêka kurd pirsgirka statuyê ye û dê bi aştiyeke birûmet ve were çareserkirin û dê bi destûre bingehîn a demokratîk ve were tacîdar kirin.    LI DIJÎ TECRÎDÊ BANGA SEFERBERIYÊ   Em dizanin ku di serî de CPT hemû hêzên navneteweyî serdanan Îmraliyê kirin lê belê tu rapor bi raya giştî re parve nekirin. Em di serî de CPT bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku bila di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hestiyar bin û bibin kirde. Dîsa em bang her kesê dikin ku ji bo rakirina tecrîda derveyî hiqûq û mirovahiyê ya li Îmraliyê bila seferber bibin.     EM Ê PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN   Ez careke din we dayikên hêja bi heskirin û rêzdarî silav dikim, em ê teqez bi ser kevin. Tu tişt ji destê têkoşîn û rêxistinbûnê xelas nabe, em ê vê civakê bihuherînin. Em ê pirsgirêka kurd çareser bikin, em ê komara demokratîk ku hemû welatî karibin wekhev tê de bijîn ava bikin. Heya ku em vê pergalê ava bikin dê têkoşîna me ya demokratîk berdewam bike.”    ‘DEMILDEST BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN’   Piştre Halîme Topuz axivî û ev tişt gotin: “Em bang li Wezîrê Dadê, Serokkomar û CPT’yê dikin, demildest bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û tecrîda ser rakin. Heke hûn tecrîda ser rakin, dê tecrîda ser me jî rabe. Heya ku tecrîd tê rakirin, em ê li vê derê rûniştina xwe, girtina nobetê û grevên birçîbûnê bidomînin.”   Nobet bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan, azadî” berdewam kir.    ÊLIH    Li Êlihê Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUAY-DER) li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 36’an de berdewam kir. Namzeta hevşaredariya Êlihê ya DEM Partiyê Gulistan Sonûk, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajêr ên DBP û DEM  Partiyê û nunerên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobetê kirin.     Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin.    Nobet bi gotina stran û berzkirina dirûşman bi dawî bû.