Li doza ku 18 rojnamevan jê tên darizandin, 2 kesên din jî hatin zêdekirin 2024-03-08 09:48:56 AMED - Îdîanameya der barê xwediya Arî Productionê Bêrîvan Karatorak û kameraman Servet Yîgen de hat amadekirin, bi dosyeya 18 rojnamegeran re hat yekkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna ku di 16'ê Hezîranê de li Amedê li dijî rojnamegeran hatibû destpêkirin de 18 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de 16 rojnameger hatin girtin. Der barê 18 rojnamegeran de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. 16 rojnamegerên girtî piştî zêdetirî salekê derketin pêşberî dadger. Di danişîna ewil de 16 rojnameger hatin berdan, lê di çarçoveya lêpirsînê de der barê xwediya Arî Productionê Berîvan Karatorak û kameraman Servet Yîgen de jî îdianame hat amadekirin. Îdianameya ku der barê Karatorak û Yegen de bi îdiaya "endamtiya ê" hat amadekirin ji Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Diyarbekirê re hat şandin. Bi qebûlkirina îdianameyê re hejmara rojnamegerên di dosyayê de tên darizandin, bû 20.    Di îdianameya 90 rûpelî ya der barê Yîgen de hat amadekirin nûçe û weşanên Medya û Stêrk TV'yê cih girtin û hat îdiakirin ku ev televîzyon bi bername û nûçeyên navborî xebatên "rêxistinê" dikin. Di îdianameyê de hat îddîakirin ku şîrketên hilberîner û rojnamegerên di bin lêpirsînê de "bi talîmata ku ji rêxistinê wergirtine" ji bo van qenalên televîzyonê "naveroka rêxistinî" çêkirine.   Di îdianameyê de hevdîtinên bi telefonê yên Yîgen ên bi 3 hevpîşeyên xwe re jî cih girtine. Di axaftinan de gotina Yîgen a “Ji kerema xwe weşana îro bê pirsgirêk çêbikin” wekî “çêkirina sempatiya ji bo Ocalan û rêxistinbûyîna ji bo çalakiyê" hatin şîrovekirin. Di îdianameyê de her 3 axaftinên têkildarî bernameyê bi awayekî çêkirina sempatiya ji bo "Abdullah Ocalan" û "biçûkxistina dewleta Komara Tirkiyeyê" û "tevgera li gorî armanc û îdeolojiya rêxistinê" hatine îdiakirin.   Di îdianameyê de ji ber ku hin kesên berê der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin li şîrketa Yîgen lê dixebitî dixebitin û ji ber endamtiya Yîgen a Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Şirnexê, hat parastin ku sûcê "endamtiya rêxistinê" hatiye kirin.   Der barê xwediya Arî Productionê Bêrîvan Karatorak de jî îdianameyeke ji 86 rûpelan hat amadekirin. Di îdianameyê de nûçe û bernameyên Medya û Stêrk TV'yê jî cih girtin. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku fîrmaya hilberînê ya Karatorak xwediyê wê ye "bi talîmata rêxistinê" ji bo van televîzyonan "naveroka rêxistinî" çêkiriye.   Di îdianameyê de ku kovar û naverokên bernameyan ên di dema lêgerîna bêhiqûqî ya mehekê ya li Arî Productionê hatin desteserkirin û dîmenaên Hevaşeradra Bajarê Mezin a Amed Gultan Kişanakê ya qeyûm tayinî şûna wê hat kirin û Parlementera HDP'ê ya berê Feleknas Ûcayê yên dema serdana êzdiyan wekî "sûc" hatin hesibandin.