Li Enqereyê 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin 2024-03-08 10:16:20   ENQERE - Di serdegirtinên malan ên li Enqereyê de 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li Enqereyê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ên bi navên Kahraman Yilmaz, Alî Yildiz, Gokçe Otlu û Burcu Durak hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkirî birine Şaxa TEM'ê ya Enqereyê. Sedema binçavkirina endamên ESP'ê nehat zanîn.    Hat destnîşankirin ku pirsgirêkên girîng ên tenduristiyê yên Kahraman Yilmaz hene û dê di roja duşema pêşiya me dê emeliyata mejî bûbûya.