Tirkiyeyê li Dihokê 2 sivîl qetil kir 2024-03-08 10:55:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên dewleta tirk li nêzî sînorê Şêladizê ya Dihokê sivîlên ku ji bo komkirina gihayên biharê berê xwe dabûn herêmê, bombebaran kir. Di bombebaranê de 2 sivîl hatin qetilkirin.   Li gorî nûçeya Rojnewsê; duh ber bi danê êvarê ve 4 welatiyên ji gundê Dêwka ya girêdayî bajarokê Şêladizê ya Dihokê, ji bo komkirina gihayên biharê berê xwe dan Çiyayê Zêbarî yê girêdayî Şêladizê. Hat zanîn ku balafirên şer ên dewleta tirk dema welatî vedigeriyan malê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 welatî hatin qetilkirin û 2 jî birîndar bûn.   Li gorî agahiyan; navên kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane Seîd Mubarek Dêwîkî û Araza Ferec in.   Têkildarî mijarê heta niha jî tu daxuyaniyên fermî nehatine parvekirin.