Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi darve kir 2024-03-08 11:04:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê duh êvarê li bajarê Mahabadê 2 girtiyên kurd darve kir.   Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku rejîma Îranê duh êvarê li bajarê Mahabatê yê rojhilatê Kurdistanê 2 girtiyên kurd bi darve kir. Di daxwiyaniyê de hat diyarkirin ku kesên hatine bidavekirin yek jê ji bajarê Mahabadê Abbas Dadwer e û yên din jî Fexredîn Mengûr Nejad ê ji bajarê Şînoyê ye.   Tora mafên mirovan diyar kir ku her 2 kesên hatin bidarvekirin, 4 sal berê ji aliyê rejîmê ve hatibûn girtin.