Polîsên ku çûn navnîşaneke xelet tundî kirin 2024-03-08 12:39:12   EDENE - Polîsên ku li navçeya Ceyhanê bi “xeletî” bi ser malekê de girtin, bav û kur ên ji wan biryara lêgerînê xwestin û ji wan re gotin “weke mirovan lêgerînê bikin” derb kirin.    Adil û Selahattîn Bahadir ên li Taxa Belediyeevlerî ya navçeya Ceyhan a Edeneyê rûdinin, ji ber ku di derbarê wan de ji ber cînayetê biryara binçavkirinê heye, polîsan serê sibehê bi ser mala 3 qatî ya ku kurên wan jî lê dimînin de girtin. Polîsan şûna Adil Bahadir ê li qata sêyemîn rûdine, bi ser mala kurê wî Idban Bahadir ê li qata yekemîn rûdine de girtin. Di dema serdegirtinê de polîsên tîmên taybet deriyê malê şikandin û berê çekan dan kesên li malê û ew li erdê dirêj kirin. Idban Bahadir û kurê wî Volkan Bahadir ên bertek nîşanî pêkanîna polîsan dan, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin. Malbata ku rapora derbê girt, anîn ziman ku dê giliyê polîsan bikin.    BAV Û KUR HATIN DERBKIRIN    Polîsên ku pişt re ferq kirin ku li navnîşaneke xelet in, çûn qada sêyemîn û Adil Bahadir binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Ceyhanê. Hate zanîn ku Selahattîn Bahadir jî di serdegirtina maleke din de hatiye binçavkirin. Idban Bahadir ê têkildarî serdegirtina malê axivî, anî ziman ku polîsan bi şaşitî bi ser mala wan de girtine û ji bo ji polîsan biryara lêgerînê xwestine û ji wan re gotin “weke mirovan lêgerînê bikin” ew hatine derbkirin. Bahadir, diyar kir ku polîsan deriyê wan şikandin û berê çekan dan wan û wiha got: “Êrişî me kirin, lawê min li cem pacê bû, polîsekî lawê min dehf da. Ji ber defdanê destê lawê min bi pacê ket. Cama pacê ya şikestî bû sedem ku kurê min birîndar bibe. Em çûn nexweşxaneyê û me rapora lêdanê wergirt. Em ji polîsan gilîkar in. Em ji wan re dibêjin navnîşana xelet e. Ew jî dibêjin ‘lêgerîna me heye, em ê bigerin’.”