Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye 2024-03-09 18:36:40   MÊRDÎN - Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, bi bîr xist ku DEM Partî biratiya gelan diparêze û got: "Em komeleyan vedikin, ev pêwîstî ne, lê mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye."    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari li navçeya Midyad a Mêrdînê komeleyên herêmî ziyaret kir. Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, namzetên hevşaredariya Midyadê Hikmet Dûman û Huda Erdem Aslan, parlamenterên DEM Partiyê George Aslan û Bêrîtan Guneş Altin hevrêtî bi Hatîmogûllarî-iyê re kirin.    Heyet ewil Komeleya Alîkariya Civakî û Piştevaniyê ya Midyad Omerkayê (MÎKADER) a li Taxa Cumhuriyetê ya navenda navçeyê ye ziyaret kir. Endamên rêveberiya komeleyê li ber derî heyetê pêşwazî kirin. Serokê Lijneya Rêvebir Halîl Acar ji ber serdanê spasiya heyetê kir. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di serdanê de axivî û got: “Em di serdemeke girîng re derbas dibin. Armanca me ew e ku em axa xwe biparêzin û şaredariyên xwe bi xwe bi gelê xwe re bi rê ve bibin. Em di demên dijwar re derbas bûn û bedelên mezin hatin dayîn. Em dixwazin bi siyaseta ku em dişopînin pêşeroja xwe biparêzin. Ji bo wekhevî û azadiyê me bedelên mezin dan. Niha bi hezaran siyasetmedarên kurd ji ber fikrên xwe di girtîgehan de ne. Çavê wan li vê hilbijartinê ye. Em ê wek gel layiqî wan bin? Divê em her tim ji xwe bipirsin. Armanca me ew e ku em aştiyê bînin vê xakê û kurd bibin xwedî nasnameya xwe. Li Kurdistanê suryanî, ereb û mihelmî hene. Em biratiya gelan diparêzin. Em komeleyan vedikin, ev pêwîst in, lê mala me hemûyan partiya kurdam DEM Partî ye."    Piştre heyet çû serdana Komeleya Alîkariya Civakî û Piştevaniya Seyîtler a gundê Bazgûr-Zîrahenê ku beriya demekê hatibû vekirin. Di serdanê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari got: “Em di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bajar bi bajar û navçe bi navçe digerin. Em îro li Mêrdînê bûn. Em kêfxweş in ku li Mêrdînê ne. Li Mêrdînê bawerî û zimanên cuda bi biratî bi hev re dijîn. Em ji dil dixwazin ku ev atmosfera aştî û biratiyê li seranserê Tirkiyê serwer be. Em hemû bi hev re li ser vê yekê dixebitin. Tevkariya komeleyên wek we ji bo vê girîng e. Em ê di van hilbijartinan de li Mêrdînê serkeftineke hêja bi dest bixin. Em ê şaredariya Midyadê jî li Şaredariya Bajarê Mezin zêde bikin. Mîdyad ji aliyê sosyolojîk ve jî DEM e."   Piştre namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a DEM partiyê Devrîm Demîr axivî û bal kişand ser girîngiya komeleyan û got: “Komele dikarin pêşengiya civakê bikin. Em dixwazin komeleyên hatine avakirin vê rolê bilîzin. Komel dikarin pêşî li gelek tiştan bigirin. Bi salan e li ser xaka me polîtîkayên taybet tên meşandin. Dixwazin ji tiryakê heta fuhûşê gelek tiştan bixin nava civakê. Komele bi xebatên xwe dikarin li hemberî vê yekê bibin asteng. Komele di warê hişyarkirina gel, perwerdekirin, afirandina qadên aborî yên alternatîf û ji nû ve avakirina gundên di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve hatin valakirin de, xwedî pozîsyoneke girîng in."    Serdan piştî axaftinan bi dawî bû.