Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin 2024-03-09 22:18:22   RIHA - Li Pirsûsê Hevserokê Navçeyê yê DEM Partiyê û namzetên endamên meclisa şaredariyê jî di nav de 17 kes bi hinceta îfadeya şahidên veşartî hatin girtin.   17 kesên ku di 6'ê Adarê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. 17 kesên Hevserokê Navçeyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û namzetên endamên meclisa şaredariyê jî di nav de, li Midûriyeta Polîsan a Rihayê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin kirin.   Piştî karên dozgeriyê 17 kes sewqî 2'yemîn Dadgeha Cezaya Sulhê hatin kirin. 17 kesên ku îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan dubare kirin, bi hinceta "endamtiya rêxistinê" û  îfadeya şahidên veşartî hatin girtin.   Navê kesên hatin girtin wiha ne: “Nîhat Demîrbîleklî, Adem Ateş, Ahmet Ceylaner, Baran Karak, Bulent Yaşar, Hatîce Yilmaz, Hîkmet Ceylan, Huseyîn Ateş, Mehmet Yuce, Mehmet Emîn Ateş, Mehmet Balî, Mûslûm Baran, Nazli Bînîcî,  Recep Balî,  Namzetên endamên Meclîsa Şaredariya DEM Partiyê Selamî Kîp, Serkan Balî û Zelîha Polat."   Piştî biryara girtinê gelek kes li ber dadgehê li hev civiyan û bi dirûşmeya "Zext nikarin me bitirsînin" bertek nîşanî biryarê dan.