Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin 2024-03-10 23:58:47   ÎDIR - Li Taxa 14’ê Mijdarê ya Îdirê bi coşeke mezin şahiya gel hate lidarxistin û wiha hate gotin: “Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin.”   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îdirê şahiyên gel ên di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li dar dixe didomîne. Gelek welatî tev li şahiya gel a li Taxa 14’ê Mijdarê pêk hat bûn, zarok û jinan jî eleqeyeke zêde nîşan dan. Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê yên DEM Partiyê Nejla Kûm û Mehmet Nûrî Guneş jî tev li şahiyê bûn. Kûm û Guneş demekî dirêj bi welatiyan re govend gerand.    ‘EM Ê SERKEFTINA XWE DÎSA PÎROZ BIKIN’    Nejla Kûm a di şahiyê de ewilî axivî, diyar kir ku dê gelê Îdirê xwedî li vîna xwe derkeve û wiha got: “Feraseta qeyûm 4 salin tiştek ji vî gelî re nekirin. Feraseta me ew e ku bêyî cihekariyê destê xwe bidin herkesê û bi gel re bimeşin. Derfetên şaredariyê pêşkeşî gel bikin e. Em ê vê ferasetê di 31’ê Adarê de bişînin. Em ê dî sa serkeftina xwe bi vî coşê li vir pîroz bikin.”   ‘EM BI VÊ GIRSEYÎBÛNÊ DERKETIN RÊ’    Mehmet Nûrî Guneş ê pişt re axivî jî anî ziman ku beriya 14 salan dîsa bi heman coşê bi rê ketin û bi heman coşê re rû bi rû ne. Guneş ê bi lêv kir ku dîsa di heman rêyê de ne, wiha got: “Ev tevgereke mirovahiyê ye. Em bêyî ku li netew, ol, çand binêrin ji bo ku bibin şaredariya herkesê derketin vê rêyê. Em bi vê girseyîbûnê derketin rê. Em dizanin ku berdêla wê çi dibe bila bibe, heke pêwîstî pê hebe em ê bi dilxweşî di vê oxirê de bimirin. Bes bila armanca têkoşînê gel be, hemêzkirin be.”   Şahî bi axaftinan bi dawî bû.