Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan 2024-03-11 10:52:06   ŞIRNEX - Dozgeriyê ji bo 3 bersûcên girtî yên di dosyaya Temer Temel ê di êrişeke çekdarî de li Elkê hate qetilkirin, cezayê “mûebeta girankirî” xwest lê şandeya dadgehê biryara beraetê da û ji bo dema ku faîl girtî mane jî tazmînat da.    Di lêpirsîna Temer Temel (50) ê di 7’ê gulana 2023’yan de li ber deriyê mala xwe ya li gundê Setkar ê li navçeya Elkê ya Şirnexê di êrişeke çekdarî de hate kuştin de ji bo 3 kesên girtî biryara beraetê hate dayîn. Danişîna 5’emîn a doza têkildarî kuştina Temer di 6’ê adarê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Dozgeriyê di danişînê de ji bo bersûc Lezgîn Temel, Îskender Temel û Hakki Temel ên girtî dihatin darizandin bi sûcê “bi sedema niyeta kuştinê ya plankirî” cezayê “muebeta girankirî” xwest lê şandeya dadgehê biryara beraetê da û her sê bersûc berdan.    RAPORA FERMANDARIYA CENDERMEYAN A ELKÊ    Dozgeriyê di danişînê de bal kişand ser îfadeyên “…Hate diyarkirin ku dema kuştî ji wesayîta xwe peya bû û berbi mala xwe ve diçû, li  ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî hatiye, berikên guleyan ên li cihê bûyerê hatin ditîn û bi dîwar û darê jî ketine ji kûlubeya bi ser xaniyê Abdullah Temel ê terkkirî de û li kêleka mala kuştî ye hatine avêtin, li cihê bûyerê 8 kalikên aydê çekên lûle dirêj hatine dîtin, xwîna ku hate nirxandin ya kuştî ye li ber deriyê malê û piştî der hatiye vekirin li nava malê hatiye dîtin…” ku di rapora cihê bûyerê ya Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê ya Elkê amade kiriye de cih digirin.    BEYANÊN ŞAHIDÊ VEŞARTΠ   Dozgeriyê di mutalaya xwe de cih da îfadeyên şahidê veşartî yê di dema lêpirsîna piştî bûyerê hate destpêkirin de îfade dan û cih da van îfadeyên şahidê veşartî; “Şahidê veşartî beyan kir ku bersûc Hakki Temel nas dike, bavê bersûc Hakki Temel, Nayîf Temel di sala 2006’an de ji gundê Setkar ê Temer lê hatiye kuştin ji aliyê rêxistinê ve hatiye revandin, Hakki Temel ji wê dîrokê ve aqûbeta bavê xwe lêkolîn dike, agahî girtiye ku nêzî beriya salekê bavê wî ji aliyê rêxistinê ve hatiye kuştin, kekê Temer Yûsûf Temel ê serdemekê li Elkê şaredarî kir û kuştî Temer Temel derbarê cerdevanan de agahî dane rêxistinê, dema Hakki Temel bihîst ku bavê wî hatiye kuştin, ji ber Yûsûf Temel wefat kiribû gotibû dê tola xwe ji birayê wî Temer Temel bigire, Hakki Temel ev axaftina di nava salekê de ji wî re kiriye û Hakki Temel di nava salekê de ji bo ku tolê hilgirê li herêmê çekekê digeriya…”   QEYDÊN DENG ÊN BERSÛCAN ÊN DEMA BÛYERÊ    Dîsa axaftinên bi telefonê yên di navbera bersûcên girtî Lezgîn Temel û Hakki Temel de di şeva bûyer qewimî de derbas bûne, wiha ne: “….Saet 21.28 ku weke ketina gund a Temer tê qebûlkirin, bersûc Lezgîn Temel, li bersûc Hakki Temel geriya ye lê ji ber şebekeyê telefon venebûye, pişt re li pey hev di navbera saet 21.28’an û 21.34’an de Lezgîn Temel 4 caran li Hakki Temel geriya ye, di axaftina saet 21.32’yan de Lezgîn Temel ji Hakki Temel re gotiye ‘dibe ku qasekî din goştê te çêbibe tu dê bê, pişt re em ê bi qerisin ber bi sibehê ve’ di axaftina saet 21.33.57’an de dîsa Lezgîn Temel li Hakki Temel geriya ye û gotiye ‘dê were were’, Hakki Temel jî bersiva ‘aha ez têm’ daye…”   Dozgeriya ku qeydên dengan jî xistin nava dosyayê derbarê bersûcan de daxwaza ceza kir.    DOZGERIYÊ XWEST BI MUEBETA GIRANKIRÎ BÊN CEZAKIRIN    Dozgeriyê, di encama hemû delîl û vekolînên di çarçoveya dosyayê de hatine komkirin û kirin de bi gotinên “Di encama delîlên hatin komkirin de bersûcan ji bo tola Nayîf Temel bistînin di nava salekê de hewl dane planan çêbikin, di çarçoveya vê planê de hewl dane çekê bidest bixin, roja buyerê ferqkirine ku Temer ne li malê ye di çarçoveya plana çêkirine de piştî ku dinya bûye tarî Îskender Temel ji mala bersûc Lezgîn Temel derketiye û çûye qûlubeya li ser xaniyê terkkirî yê li kêleka mala Temer û kemîn danîye, di vê navberê de Hakki Temel bi zanebûn çûye navenda navçeyê û li qehwexaneya ku mirov lê bi komî rûdinin rûniştiye, Lezgîn Temel jî li mala xwe li benda hatine Temer bûye, agahî daye Hakki Temel ku bê wan ji gund bigire, piştî Temer ketiye gund Lezgîn Temel agahî daye Hakki Temel, piştî ku dengê çekê hatiye, hatiye cem Îskender Temel û li benda Hakki Temel sekinîne û bi vî awayî beriya bûyerê haya wan ji hev hebûye û ji bo ku piştî bûyerê jî bi hev re tevgeriyane tê fêmkirin ku sûcê “bi sedema niyeta kuştinê ya plankirî” kirine, ji ber vê yekê divê bi muebbeta girankirî bên cezakirin, rewşa wan a girtinê berdewam bike” xwest her 3 bersûc bên cezakirin.    DOZGER MUEBBET XWEST, DADGERÎ TAZMÎNAT DA   Şandeya dadgehê ku parastina dawî ya bersûc û parêzerên bersûcan girt, biryara xwe aşkere kir. Şandeya dadgehê diyar kir ku delîlekî şênber nîne ku bersûc Îskender Temel, Hakki Temel û Lezgîn Temel sûc kirine û cuda cuda ji bo her 3 bersûcan biryara beraetê da. Şandeya dadgehê, ji bo dema binçavkirin û girtinê ya bersûcan jî biryara dayîna tazmînatê da.    Parêzerên Temer Temel dê dosyayê bibin Dadgeha Îstînafê.    ÇI QEWIMÎ BÛ   Li gundê Setkarê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di 7’ê gulanê de welatiyê bi navê Temer Temel (50) ku birayê Şaredarê BDP’ê yê berê Yûsûf Temel bû, li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hat. Temel ê dema ji wesayîtê peya bû rastî êrişa çekdarî hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.    Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qetilkirina Temer Temel ê ajokariya servîsa xwendekaran dike de 52 rojan kes nehate girtin. Tevî ku gund 24 saetan ji baregehên leşkerî bi kamerayan tê şopandin jî di dosyayê de pêşketinek çênebû û di roja 52’yemîn de Hakki Temelê li Wanê rûdinişt hate binçavkirin. Hakki Temel ê ji Wanê anîn Elkê piştî îfadeyên sewqî edliyeyê hate kirin û bi sûcê “bi sedema niyeta kuştinê ya plankirî” hate girtin û şandin girtîgehê. Piştî girtina Hakki Temel 15 rojan kekê wî Îskender Temel jî bi heman sûcdariyê hate girtin. Bersûcê sêyemîn ê dosyayê yê girtî Lezgîn Temel jî di 14’ê tîrmehê de hate girtin û şandin girtîgehê.    MA / Omer Akin