Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan 2024-03-12 09:02:51   MÊRSÎN - Mûstafa Saliş ê berdevkiya komîsyona ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê ji bo hilbijêrên bitevger bibin ser sindoqan hatiye avakirin dike, diyar kir ku armanca wan ew e 10 hezar hilbijêran veguhêzin û bang kir ku kesên di vê rewşê de ne xwe bigihînin wan.       Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê, ji bo di hilbijartinên 31’ê Adarê de Şaredariya Akdenîzê careke din bi dest bixe, di çarçoveya hilbijêrên li derveyî bajêr in bînin ser sindoqan “Komîsyona Hilbijêrên Bitevger” ava kir. DEM Partî bi vê komîsyonê re armanc dike ku veguhestina bi hezaran hilbijêran a dijhiqûqî ya namzet û şaredarê AKP’î Mûstafa Gultekîn, xwe bigihîne hilbijêrên xwe û şaredariyê careke din bi dest bixe. Komîsyon dê di heman demê de kesên li Mersînê ne û dê rayên xwe li Kurdîstanê bi kar bînin jî veguhêze ser sindoqan.     ‘HEMÛ DERFET HATIN SEFERBERKIRIN’   Berdevkê Komîsyona Hilbijêrên Bitevger Mûstafa Saliş diyar kir ku ji bo şaredariyên beriya niha qeyûm hatine tayînkirin û heta şaredariyên nû bi dest bixin xebateke berfireh dana destpêkirin. Saliş bi lêv kir ku Şaredariya Akdenîzê ji bo wan geleke girîng e û wiha got: “Şaredariya Akdenîzê ji bo me û bi taybetî ji bo kurdan weke ‘kelehê’ ye. Ji bo em vê şaredariyê careke din bi dest bixin me hemû derfetên xwe seferber kirin. Bi tayînkirina qeyûman re pê li damara me kirin. Ev him ji bo şaredariya Akdenîzê û him ji bo şaredayên li Kurdîstanê derbas dibe.”   SERLÊDAN BERDEWAM DIKIN   Saliş xwest ku hilbijêrên dixwazin raya xwe bidin û derfetên wan tune bin, serî li wan bidin û da zanîn ku di deh rojên dawî de pir zêde kesan serî li wan dane. Saliş, bi lêv kir ku weke partî bi hezaran hilbijêr tespît kirine û wiha berdewam kir: “Hem li Akdenîzê, hem jî li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran hilbijêrên ku dixwazin li bajarên xwe raya xwe bikarbînin hene. Hilbijêrên me bi dilekî rehet dikarin xwe bigihînin me. Di hilbijartinên borî de me 2 hezar hilbijêr birin ser sindoqan. Em îsal difikirin ku ji vê hejmarê zêdetir hilbijêran veguhêzin ser sindoqan. Niha qasî ku me tespît kiriye hezar û 500 hilbijêr hene lê dê di rojên pêş de ev hejmar zêde bibe. Hedefa me 10 hezar e.”    LI AKKÛYÛYÊ 25 HEZAR HILBIJÊR HENE   Saliş bal kişand ku li Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê herî kêm 25 hezar hilbijêrên kurd ên dixebitine hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gorî tespîtên me li Akkûyûyê 40 hezar hilbijêr hene. Ji van 10 hezar welatiyên biyanî ne, 25 hezar jî hemwelatiyên kurd, ciwanên kurd in. Bi taybetî em ê hilbijêrên xwe yên li vir him ji bo Şaredariya Akdenîzê û him ji bo şaredariyên li Kurdistanê bibin ser sindoqan. Bila tenê ew xwe bigihînin me. Em ê weke hilbijêrên xwe bibin ser sindoqan em ê wisa jî paş ve bînin. Herkese bi dilekî rehet dikare xwe bigihîne me.”   MA / Ergîn Çaglar