Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê 2024-03-13 09:00:42 ŞIRNEX - Eşîra Cafiran ku di hilbijartinên berê de dengê xwe dabû AKP'ê, diyar kir ku ew ê di hilbijartinên herêmî de piştgiriyê bidin DEM Partiyê. Ji mezinên eşîrê Hacî Mistefa Saltan got "Nabe ku tu kes me parçe bike" û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin DEM Partiyê. Ji Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê re tenê çend roj man. Li gel vê xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî jî zêde bûne. Ber bi hilbijartinê ve gelek derdorên civakî rengê xwe diyar dikin û eşkere dikin ku dê piştgiriyê bidin DEM Partiyêî   Eşîra Cafiran a ku bi hezaran endamên wê hene û di hilbijartinên berê de dengên xwe dane AKP'ê, diyar kirin ku dê piştgiriya wan ji bo DEM Partiyê be. Ji mezinên eşîrê Hacî Mustafa Saltan diyar kir ku ew ê di 31’ê Adarê de piştgiriyê bidin DEM Partiyê.   Hecî Mistefa Saltan diyar kir ku wekî malbat bi salan e ji bo gelê Şirnexê xizmetê dikin û wiha got: “Em hewl didin ku bi her awayî li gel gel bin. Berî min birayekî min ê mezin hebû. Dema ku ew koça dawî kir, berpirsiyariya malbatê ket ser milê min."   Saltan da zanîn ku hema hema nîvê Şirnexê ji eşîra Cafiran e û wiha got: “Ev eşîr ji 12 şaxan pêk tê, lê 3 şaxên sereke hene. Mehmeroka şaxê herî mezin e. Ya duyemîn Mala Kaso û malbata din jî Mala Delo ye. Ev şêniyên Şirnexê ne. Ji dema ku keştiya Nûh li Çiyayê Cûdiyê rawestiyaye ev malbat li vî bajarî ne. Ji bilî Cafiran malbatên wekî Xalomêrî, Dûdan, Mala Biliga jî hene."   'JI BER GEFAN ME DENGÊ XWE DA AKP'Ê'   Saltan diyar kir ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an de wekî malbat dengê xwe dane AKP’ê û wiha got: “Di sala 2019’an de dema em çûn hilbijartinê me jî dengê xwe da AKP’ê. Beriya hilbijartinan, yanî di sala 2016'an de li Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Ji bo ku di dema qedexeya derketina derve de rewş neyê vê rewşê me gelek xebat kir. Lê rewş hat asta ku qedexeya derketina derve bê ragihandin. Di wê pêvajoyê de beşeke mezin ji Şirnexê hat wêrankirin. Piraniya xelkê bajêr terikand. Çûn metropolên wekî Îzmîr û Mêrsînê. Kêm kes li vir man. Di rêya hilbijartinê de dewletê got ku ew ê Şirnexê ji bajarbûnê derxîne û bike navçe. Hat gotin ku gef li gel hatiye xwarin ku malên xwe yên wêrankirî ji nû ve ava nekin û dê pere ji gel bê standin. Dû re hat gotin ku ger Şaredarê niha Mehmet Yarka ji AKP'ê bi ser bikeve dê dest nede bajar û malên gel bên avakirin. Her wiha hat gotin ku dê li Şirnexê nexweşxaneyeke nû bê çêkirin. Her wiha destnîşan kirin ku dê rêya navbera Şirnex û Wanê bê çêkirin û kolanên bajêr jî bên çêkirin.”   Saltan diyar kir ku wan û kesên din ji ber gefên bi vî rengî li bajarê ku wê demê tenê çend kes lê dijîn dengê xwe dane AKP'ê.   Saltan got: “Gel ji ber ku ji gefan ditirsiya dengê xwe da AKP’ê. Ez jî di nav wan kesan de bûm. Ji bo ku ev gel belengazî nebe û yên ji vir çûn careke din vegerin, me carekê dengê xwe da AKP'ê. Mehmet Yarka 5 sal in şaredar e. Ger min rastiya vê pêvajoyê bigota, ez ê ketibûma tengasiyê. Heger hûn ji hin derdoran Mehmet Yarka bipirsin, dê bêjin bila rojekê jî neçe wir. Hin kes dibêjin ku tu kes bi qasî vî xizmet nekiriye. Lê ez nizanim ev xizmet çi ne. Ez ê tenê rewşekê vebêjim. Kî hat ser AKP'ê, dewletê îhale dan wan û xizmên wan. Ev 5 sal in îhaleyan di nav xwe de belav dikin û gel jî tenê temaşevan e."   ‘EM Ê JI BO NAMZETÊN DEM PARTIYÊ BIXEBITIN'   Saltan diyar kir ku ew ê di hilbijartinên pêş de piştgiriyê bidin namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê û got: “Em wekî malbat li pişt Tûran Saltan û Berîvan Kûtlû ne û em ê piştgiriyê bidin wan. Dema bi ser bikevin wê ji maf, hiqûq û wekheviyê dûr nekevin. Şaredarî saziyeke dewletê ye. Ew ê di çarçoveya qanûnê de xizmetê bikin. Wekî eşîr em ê xizmetên ku berê ji bo van kesan kiribûn bidomînin. Em ê wekî heval, xizm û kesên nêzî me piştgirî bidin namzetên DEM Partiyê. Em ê ji bo wan bixebitin."   ‘NANÊ 3 HEZAR KESÎ DAN KESEKÎ'   Saltan bal kişand ser sozên namzetên AKP’ê û got: “Gelê Şirnexê ji aliyê aborî ve di rewşeke xerab de ye. Kesên ku di salên 90’î de gundên wan hatin şewitandin, gundên xwe terikandin û hatin vî bajarî. Ew kes gundî bûn, nexwende bûn, ne xwedî pîşe bûn. Yên hatin, li herêma Çiyayê Cûdiyê bi cih bûn û bi keda xwe ya destan hewl dan komirê derxin da ku debara xwe û zarokên xwe bikin. Van kesan tenê ji bo nan şer dikir. Piştre AKP'ê ew herêm da dewlemendekî mêrdînî. Tevahiya herêmê radestî kesekî bi navê Suleyman Bolunmez kirin. Niha bêyî destûra Suleyman Bolunmez kes nikare traktoreke komirê bîne û li malê bişewitîne. Ger dewlemendên Şirnexê, rayedarên payebilind û şaredar hebûna dê vê heqareta li gel qebûl nekirina. Dewlemendên şirnexî bila nebêjin ji bo xizanên bajêr bazirganiyê dikin. Li vî bajarî hezar malbat ji kanên komirê debara xwe dikirin, lê van malbatan ji wir derxistin. Hezar mal lê diman. Heke hûn ji her malekê 3 kesan bijmêrin, nanê 3 hezar kesî dan kesekî."   'XWEDIYÊ VÎ BAJARÎ XELKÊ ŞIRNEXÊ YE'   Saltan anî ziman ku DEM Parti partiya xızan û bindestan e û wiha got: “Divê her kes piştgiriyê bide vê partiyê. Pêwîst e DEM Partî jî bi awayekî wekhevî nêzî her kesî bibe. Dema ku namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê di hilbijartinan de bi ser bikevin, hevşaredarên her kesî ne. Divê bi edalet nêzî her kesî bibin. Banga min ji raya giştî re; Divê em nehêlin kes me parçe bike. Gelê Şirnexê xwediyê vî bajarî ye. Divê destûr nedin ku kes wan parçe bike. Kesên ku piştî şerê 93’yan hatine vir û wekî koçber bi cih bûne, divê gelê Şirnexê ji hev cuda nekin. Divê di 31’ê Adarê de piştgirî bidin namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê.”   MA / Omer Akin