Serokê EHP’ê Em ê meşaleya agirê Newrozê bi hev re pêxin 2024-03-13 09:33:04   STENBOL - Serokê Partiya Tevgera Kedkar Hakan Ozturk diyar kir ku dê li hemberî “Dehaqên hemdem” li cem têkoşîna gelê kurd cih bigirin û di vêxistina meşaleya agirê Newroza îsal de dê bi hev re bin.    Pîrozbahiya Newroza li Stenbolê dê di 17’ê adarê de li qada mitîngê ya Yenîkapiyê were lidarxistin. Pîrozbahî dê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê lidarxistin. Starta pîrozbahiyan di deklarasyona di 11’ê adarê de hatibû dayîn. Tê payîn ku ji gel û baweriyên cuda bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bibin.    'AGIRÊ NEWROZÊ DÊ BERFA HEYÎ BIHELÎNE’    Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk diyar kir ku pîrozbahî dê beriya hilbijartina 31’ê Adarê bên lidarxistin. Ozturk, helbesta Ahmet Arîf a “Welat di bin berfê de ye” bi bîr xist ku balê dikişîne ser sepanên antîdemokratîk û wiha got: “Îro welatê me jî di bin berfê de ye. Lê li gorî min dê agirê Newrozê wê berfê bihelîne. Heke em bikarin agirê Newrozê û yê 1’ê Gulanê bikin yek, em dikarin wê demê gelek pirsgirêkan çareser bikin. Li rexekî pirsgirêkên mezin ên azadî û demokrasiyê, li hêla din pirsgirêka birçîtî û xizaniyê heye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, divê em têkoşîna çîna karkeran bimeşînin. Heke em bibin yek dikarin erdnîgariya xwe biguherînin û azad bikin.”    'EM Ê BI HEV RE MEŞALEYÊ PÊXIN’   Ozturk, destnîşan kir ku hewcehiya Tirkiyeyê bi têkoşîneke piralî heye û wiha bi dawî kir: “Dê têkoşîna me ya yekbûyî di Newrozê de jî bidome. Em daxwaza aştiyê dikin. Em ê meşaleya azadiyê ya Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqan îsal bi gelê kurd re pêxin. Agirê Newrozê sembola gelên bindest û têkoşer e. Li dijî Dehaqên hemdem em ê di têkoşînê de li rex gelê kurd bigirin. Heke gelê kurd ji bo azadî û sosyalîzmê têbikoş e, em ê tu caran wan bi tenê nehêlin. Em ê her tim bi wan re bin.”