Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan 2024-03-21 11:45:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Newroza ku li 8 navendên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê were pîrozkirin bi hezaran kesan dest bi herikîna qadan kirin.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê îro li 8 herêmên cuda pîrozbahiyên Newrozê bên kirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicoş û kelecana Newrozê diherikin qadan.    Newroza 2024’an ku bi dirûşmeya, “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dê li Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê û Reqayê were pîrozkirin.    Pîrozbahiyên ku dihatin plankirin li Kobanê, Heleb û Şehbayê bên kirin ji ber şertên hewayê yên neyînî hatin taloqkirin.    Gelên kurd, ereb, suryan, tirkmen û ermen ku li bajarên Newroz lê were pîrozkirin dijîn, di saetên serê sibê de dest bi herikîna qadên Newrozê kir.    Li bajarên ku pîrozbahî lê bên kirin bi armanca ewlehiya gel ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve bergiriyên pêwîst hatin wergirtin.