Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin 2024-03-21 12:18:44   AMED - Hat zanîn ku Walîtiya Amedê derheqê polîsên ku di wesayîta binçavkirinê de zarokê 17 salî bi copan derb kirin de lêpirsîn daye destpêkirin.    Li Taxa Dîcle Kentê ya navçeya navendî ya Amedê Peyasê zarokê bi navê Efecan E. yê 17 salî bi wesayîtê li polîsan xist û birîndar kir. Polîsên ku Efecan E. binçav kirin, di wesayîta binçavkirinê de derb kirin. Polîsan di wesayîta binçavkirinê de bi copan li Efecan E. xistin û serê wî ji 3 cihan re şikandin.    Bûyer, şevê din saet derdora 17.00’an de li derdora Parka Kent Ormanê qewimî. Zarokê 15 salî R.M. ku bêyî destûra bavê xwe nifteya wesayîtê girt, dema li gel hevalên xwe Efecan E. û B. bi wesayîtê digeriya, li Dîcle Kentê ji pişt ve li polîsên Yunus ên di rê de xistin. Wesayît ji hêla Efecan E. ve dihat ajotin û di qezayê de polîsek birîndar bû. Hat zanîn ku tu xetere li ser jiyana polîsê birîndar nînin û hinek deverên laşê wî şikestine. Di vê navberê de polîsan 3 zarok binçav kirin. Zarokên bi navên R.M. û Efecan E. ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin û birin Şaxa Zarokan a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Di wesayîtê de jî polîsan bi copan li Efecan E. xistin.    JI NEXWEŞXANEYÊ DERKET   Efecan E. ku ji ber tundiya lê hatiye kirin serê wî ji 3 cihan şikest, li Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyubî hate tedawîkirin. Piştî bûyer li ser çapemeniyê hatî parvekirin, bertek hatin nîşandan û Walîtiya Amedê neçar ma ku têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.    Walîtiyê da zanîn ku têkildarî derbkirina zarok Efecan E., derheqê polîsan de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.