Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin 2024-03-21 12:20:12   AMED - Di pîrozbahiya Newroza fînalê ya li Amedê tê lidarxistin de agir hate vêxistin.    Li Parka Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pîrozbahî tên lidarxistin. Di pîrozbahiyên bicoş de agirê Newrozê hate vêxistin. Li qada ku dirûşma “Bijî Serok Apo” lê bilind dibe coşa gel gihişt lutkeyê.     Gelek kesan cilên li ser xwe avêtin qada meşale lê û agirê Newrozê gur kirin.