Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin 2024-03-21 12:42:30   ŞIRNEX - Dîmenên kêliya ku dema zarok ji Cejna Newrozê ya Cizîrê vedigeriyan malên xwe û rastî tundiya polîsan hatin derketin holê.    Duh li Cizîr a Şirnexê bi tevlibûna deh hezaran Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Piştî pîrozbahiyê, polîsan êrişî girseya dimeşiya kir. Di dema êrişê de 6 zarok hatin binçavkirin.    DI KETINA PIRÊ DE TUNDÎ LI ZAROKAN HATE KIRIN   Dema zarok ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan malên xwe, polîsan li ser Pira Yafesê ya Cizîrê tundî li zarokan kirin. Dîmenên kêliya tundiyê hatin kişandin. Gelek polîsan pêşiya zarokan girtin û di dema karûbarê binçavkirinê de ji pişt ve mist li zarokan xistin. Polîsekî, dema zarokekî hewl dida mudaxileyî polîsê ji pişt ve mist li zarokekî dida bike, pêhn li zarokî da.