Li Akdenîzê seferberiya hilbijartinê: Ji bo 550 sindoqan hezar û 500 peywirdar 2024-03-30 09:03:38   MÊRSÎN - Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê ji bo 550 sindoqên ku dê li Şaredariya Akdenîzê bên danîn, hezar û 500 kes wezîfedar kirin.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrsînê ji bo di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de Şaredariya Akdenîzê bi dest bixe di nava seferberiyeke mezin de ye. Namzetên Hevşaredariyê yên Akdenîzê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz bi mehan e bênavber xebatên hilbijartinê didomînin.   Namzetên DEM Partiyê yên di anketan de li pêş in, amadekariyên ji bo ewlehiya sindoqan didomînin.    Li 65 taxên navçeyê wê 550 sindoq bên danîn. Ji bo pêşîgirtina li nelirêtî û dabînkirina ewlehiya hilbijartinan, wê roja hilbijartinê zêdetirî hezar û 500 kes li se rsindoqan wezîferdar bin.    ‘EM Ê RÊ NEDIN BÊHIQÛQIYAN'   Berdevkê Komîsyona Karên Hilbijartinê ya DEM Partî ya Mêrsînê Mehmet Emîn Sungur diyar kir ku wan hemû amadekariyên xwe yên ji bo 31’ê Adarê temam kirine û got: “Em ê tu carî rê nedin kiryarên dijhiqûqî yên di hilbijartinên berê de hatine kirin. Bi vê hilbijartinê em ê îspat bikin ku em mafdar in."   Sungur anî ziman ku bi sedan endamên partiyê yên li navenda bajar û navçeyan dixebitin bi ruhê seferberiyê tevdigerin û got: “Ev atmosfer li qada ku Newroz lê hat pîrozkirin xwe nîşan da û her kesî ew dît. Coşa 'Akdenîz ya me ye, wê dîsa bibe ya me' bi endamên re heye. Di vê hilbijartinê de em ê destûrê nedin tu bêhiqûqiyê. Bi heman awayî em ê rê nedin ku tu rageşî rû bide."   BANGA SEFERBERIYÊ   Sungur ev bang li hilbijêrên partiyê kir: “Ji bo ku partiya me di rêveberiyê de bibe xwedî gotin, divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Ji bo me yek deng yek deng e. Em ê herin tiştên ku yên me ne bi dest bixin. Ji ber vê jî divê her kes seferber bibe. Divê her kes xwedî li sindoqa xwe derkeve."     PARÊZER WÊ JI BO EWLEHIYA HILBIJARTINÊ LI QADÊ BIN   Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Mêrsînê Melek Şaraldiyê diyar kir ku di roja hilbijartinê de 60 hevpîşeyên wan wê li dijî binpêkirinên muhtemel li qadan bin.   Şaraldiyê got: "Hevalên me wê hem li qadan û hem jî li edliyeyê bixebitin. Ji bo pêşî li neyîniyan bê girtin û îtiraza çêbibin dê li ehr dibistanê hevalekî me yê parêzer hebe. Piştî dengdanê wê li edliyeyê hejmartin bê kirin. Hevalên me wê ji bo deng neyên dizîn û ji bo kontrolkirinê li edliyeyan wezîfedar bin. Ev têkoşîna mafan e. Tişta ku wê têkoşîna mafan bi encam bike, hevgirtin e. Divê gelê me bêhêvî nebe. Em parêzer em ê li qadê bin û bi gelê xwe re bi hevgirtînî tevbigerin."    MA / Yusra Batihan-Ergîn Çaglar