Banga ji bo 'dengdanê' 2024-03-30 09:05:27 BEDLÎS - Namzetê Hevşaredariyê yê Tetwanê yê DEM Partiyê Mumîn Erol bang li hemû şêniyên bajêr kir û got: "Em dengên xwe bi kar bînin û em vê rewşê biguherînin."   Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi milyonan hilbijêr wê sibê biçin ser sindoqan û rêveberên herêmî hilbijêrin. Dengdana li bajarên Kurdistanê wê saet di 07:00'an de dest pê bike û heta saet 16:00'an berdewam bike. Partiyên muxalif bangên "xwedîderketina li sindoqan û rayan" dikin.    Namzetê Hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Tetwan a Bedlîsê Mumîn Erol jî bi heman armancê bang li hilbijêrên bajêr kir.   BANGAWAZÎ   Erol got: "Bi canê me be jî em ê sindoqan biparêzin. Em ê pêşî li hemû hewldanên ku wê zirarê bidin vîna gelê me bigirin." Erol bal kişand ser girîngiya ewlehiya hilbijartinê û sindoqan û wiha got: "Me diyar kir ku her ku Tetwan ji çanda demokratîk û mafên mirovan dûr dikeve, gelekî winda dike. Hêviya me ew e ku ewlehiya sindoqan zirarê nebîne. Ger hilbijartinê bi awayekî asayî bi dawî bibe, em yeqîn dikin ku wê li Tetwanê çanda demokratîk û rêza li mafên mirovan û hêvî bi ser bikeve."   Erol hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an bibîr xist û got: "Tê gotin ku me hilbijartina borî bi 300 dengan winda kiriye. Na ev ne rast e." Erol wiha domand: "Hûn bi afirandina dîmeneke hiqûqî nikarin meseleya rewabûnê ji holê rakin. Li Tetwanê hemû hilbijêr hev nas dikin. Dizanin raya xwe dane kê û rêveberiya heyî qeyûm e. Ji heyama borî heya niha wî wekî şaredar nehesibandin. Ji lew re hesab nade gel. Lewma bila hilbijêr bên dengên xwe bi kar bînin û em vê rewşê biguherînin."