DEM Partî wê li Rihayê bi 9 hezar û 422 kesan sindoqan biparêze 2024-03-30 10:03:58   RIHA -  Li Rihayê ku di hilbijartinên berê de li hin deverên wê rayên blok û eşkere dihatin bikaranîn, vê carê DEM Partiyê gelek tevdîr girtine. DEM Partî dê sindoqên li bajêr bi 9 hezar û 422 muşahidan biparêze.    61 milyon û 441 hezar û 882 hilbijêrên ku wê sibê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê biçin ser sindoqan, wê ji bo 5 salan şaredarên bajarên mezin, şaredarên navçeyan, endamên meclisa şaredariyan û keyayan hilbijêrin. Li Rihayê ku encama wê tê meraqkirin, wê milyon û 251 hezar û 171 kes di 4 hezar û 433 sindoqan de dengê xwe bidin. Li Rihayê ji bo nelirêtiyên berê rû nedin, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinê dest bi amadekariyan kir û ji bo ewlehiya sindoqan komîsyon ava kirin. Ji bo 4 hezar û 6 sindoqan; 4 hezar û 6 peywirdarên sindoqan, 4 hezar û 6 muşahid, hezar berpirsên dibistanan, 160 parêzer û 250 rêveberên rêxistinên navçeyan û bajêr, bi giştî 9 hezar û 422 kes hatin wezîfedarkirin. Hevberdevkê Komîsyona Ewlehiya Sindoqan ya DEM Partiyê ya Rihayê Hîdayet Enmek têkildarî xebatên ku hatine kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   RIHA BAJARÊ HERÎ MEZIN Ê KURDISTANÊ YE   Enmek anî ziman ku Riha bajarê herî mezin ê Kurdistanê ye û got: “Bajarekî kozmopolîtîk e. Milyon û 251 hezar û 171 hilbijêrên wê hene û ji seriyekî wê heya seriyê din mesafeyeke 250 kîlometre heye. Ji ber vê yekê dabînkirina ewlehiya sindoqên bajêr mijarek e girîng e. Ev pêkhateya Rihayê dê di wezt de rê li ber bêhiqûqîtiyan bigire. Di vê hilbijartinê de me ji bo hemû sindoqan amadekarî kirine. Li ser her sindoqek me herî kêm endamekî lijneya sindoqê û çavdêrek dê hebin. Em ê bi 160 parêzer, hezar berpirsrsên dibistanan û 250 rêveberên DEM Partiyê yên navçeyan û bajêr li qadê bin."    PARLEMENTER WÊ LI QADÊ BIN   Enmek destnîşan kir ku 160 parêzerên ku wê di hilbijartinê de peywirdar bin, xwedî erka îtirazê ne û got ku wê parlementerên bajêr jî li qadê bin. Enmek da zanîn ku ji bo ewlehiya sindoqan çi tevdîr pêwîst bin girtine.    ‘GUMANÊN ME HENE'   Enmek da zanîn ku hejmara hêzên ewlehiyê yên ku dê li bajêr bi belgeyên bi hejmara 25 û 26'an dnegê xwe bi kar bînin ji ber sedemên "ewlehiyê" ji aliyê lijneya hilbijartinê ya bajêr ve nehatiye parvekirin û got: "Me lîsteya van kesan xwest. Tê îdiakirin ku hin kesên li hin deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wezîfedar anîne ji bo dengdanê. Lewma me daneyên der barê van kesan d exwestin, lê tu agahî nedan me. Ji ber vê gumanên me hene. Karmendên hatine wezîfedarkirin wê bi belgeya bi hejmara 25 û 26'an dengê xwe bi kar bînin. Lê ji ber neparvekirina agahiyan fikarên me hene. Em jî ji bo pêşîgirtina li van fikaran çi tevdîr hewce bin em ê bigirin."    ‘DEM PARTÎ JI BO GELAN FIRSEND E'   Enmek anî ziman ku Riha 42 sal in bi bi partiyên cuda, lê xwedî heman ferasetê ve tê birvebirin û wiha dewam kir: “Berevajî vê, di warê xizmetê de bajarê herî kêmpêşketî yê herêmê ye. Li Rihayê divê AKP û pêkhateyên wê careke din nebin namzetên rêveberiya bajêr. DEM Partî, partiyeke alternatîf e ji bo rêveberiyê. DEM Partî ji bo gelê Rihayê firsendek e. Divê gelê Rihayê vê carê DEM Partiyê ku ji şaredarîvaniyeke gelparêz esas digire tercih bike. DEM Partî têra xwe dike. Li Rihayê hemû partiyên siyasî reqîbên me ne. Hilbijêrên me piştî dengdanê divê xwedî li sindoqên xwe derkevin."   MA / Emrûllah Acar