‘Li cihekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin, 5 qûrişên ji girtîgehê re tên şandin dibin mijara sûc’ 2024-03-30 10:53:02   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, anî ziman ku li Tirkiyeyê di demekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin de pereyên ji girtiyan re tên şandin ji bo ji “lîsteya gewr” a Hêza Peywîra Çalakiyên Malî (FATF) derkeve dibin mijara sûc û got: “Hûn nikarin 3-5 qûriş pereyan bikin mijara sûc û ji lîsteya gewr derkevin.”   Derheqê dayika bi navê Hatîce Yildiz a 75 salî de bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye, bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” doz hatibû vekirin û 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî erêkirina cezayê wê jî hate girtin. Ev yek bû mînaka ku li Tirkiyeyê êdî her tişt dikare were terorîze kirin.    Bertekên ku li dijî vê rewşa Yildiz pê re rûbirû maye berdewam dikin. Niha tê mereqkirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dê ji serlêdana parêzerên Yildizê re biryareke çawa bide.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, têkildarî Yildiz a di 75 saliya xwe de hate girtin ji ajansa me re axivî.    Balaban, bertek nîşan da ku girtina Hatîce Yildiz ji aliyê kesên fermî ve hatiye îstîsmarkirin û kesên ji bo xizmên xwe yên di girtîgehan de pereyan dişînin hatine terorîzekirin û têgihiştinek di vî alî de afirandiye.   ‘NE WIJDANÎ NE JÎ EXLAQÎ YE’    Kuçukbalaban, anî ziman ku li Tirkiyeyê bi milyaran dolar tên fihêlkirin lê şûna ku li dijî vê têkoşînek were meşandin, pereyên ku mirov ji zarokên xwe yên di girtîgehan de dişînin di vê çarçoveyê de digirin dest. Kuçukbalaban, bi lêv kir ku ev yek “ne exlaqî ye û ne jî wijdanî ye”.   BIRYARÊN BERAETÊ HENE   Balaban, da zanîn ku weke komele serlêdanên cuda yên weke Hatîce Yildizê wergirtine û wiha got: “Bi taybetî ji bo kesên ku ji endamtiya rêxistinê ceza li wan tê birîn, ji bo pereyên ku malbatên wan şandine lêpirsîn tên vekirin. Lê belê di vê mijarê de biryarên beraetê yên hatine dayîn jî hene.”   HER TIŞT DI ÇARÇOVEYA RÊZIKNAMEYÊ DE YE   Kuçukbalaban, bal kişand ku pereyê ji girtiyan re tên şandin bi agahiya rêveberiya girtîgehê digirin cihê emanete, belavkirin û mîqtara xerckirinê li gorî rêziknameyê hatiye diyarkirin û ev tişt gotin: “An ku kê şandiye, çiqas şandiye divê çiqas xerc bike ev li gorî rêziknameyê hatine diyarkirin, têkildarî vê yekê bêhiqûqiyek nîne. Ji ber vê yekê em dibînin ku pêvajoya têkildarî Hatîce Yildizê çiqas bi awayekî bêwijdanî tê birêvebirin. Ji ber vê yekê li vir rewşeke cezakirinê ji xwe heye, ji bilî vê hevdîtina bi malbatê re qedexe dikin, têkiliya wan a bi derve re qût dikin. Ne hiqûqiye ku ji bilî cezayê lê hatiye birîn bi vî awayî were cezakirin.    HÛN NIKARIN WIHA JI LÎSTEYA GEWR DERKEVIN’    Balaban anî ziman ku pereyên ji girtiyan re tên şandin ji bo ji “lîsteya gewr” a Hêza Peywîra Çalakiyên Malî (FATF) derkeve dibin mijara sûc û got: “Hûn nikarin 3-5 qûriş pereyan bikin mijara sûc û ji lîsteya gewr derkevin.”   MA WEZARETA DADÊ NABÎNE?   Kuçukbalaban, axaftina xwe wiha domand: “Dema em li dosyayên ku hatine ber destê me dinêrin dibînin ku an 200 lîre an jî 400 lîre hatine razandin. Niha 200 lîreyên ji bo pêdiviya girtiyekî/ê tên razandin çawa dibe ku ji bo fînansekirina terorê tên bikaranîn? Bi rastî jî aqlê wan têra vê yekê dike an jî dikarin vê rave bikin? Li aliyê din berdewama vê rewşê ya li ber çavên raya giştî, wijdanan diêşîne. Rewşa Hatîce Yildizê li holê ye. Niha vê yekê Wezareta Dadê nabîne? Kesên dewletê bi rê ve dibin nabînin? Dayikê tenê pere razandî ye. Hûn jî dibêjin ku ew pare ji bo rêxistinê weke alîkarî hatiye razandin. Ravekirina vê ya bi hiqûqê nîne.”   DIVÊ PARTIYÊN SIYASÎ BERPIRSYARTIYÊ BIGIRIN    Kuçukbalaban destnîşan kir ku divê her kes li dijî sûcdarkirin û girtina mirovan ji bo pereyên ku ji xizmên xwe re dişînin di girtîgehê de çi ji destê wan tê bike û bal kişand ser vî tiştî ku divê bi taybet partiyên siyasî di mijara çêkirina sererastkirinên qanûnî de berpirsyartiyê bigirin.    Kuçukbalaban, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji xwe diyare ku ev pere li qantînan tê xerckirin, ji ber vê yekê şansekî wan nîne ku wan ji wir bişînin cihekî din. Meseleya pereyan hemû li ser pêdiviya girtiyan e. Em ê li dijî vê têbikoşin. Niha pirsgirêkeke têkildarî mewzûatê nîne. Tenê ji bo ku Tirkiye ji lîsteya girî ya derkeve û ji qada navnetewî re bibêje ‘ez van tiştan dikim, min evqas mirov darizandin û min ev qas pere xelaskirin’ van dike. Ez dixwazim bibêjim ku ev pere, pereyên ewqas biçûk in ku pêkenok in.”