Di Şaredariya Rihayê de mikurhatina ‘karmendê bankamatîkê’ 2024-03-30 12:34:44   RIHA - Haci Soylû yê xwe weke pismamê Suleymen Soylu daye nasîn, di lêgerîneke bidîmen a telefonê de li xwe mikur hat û anî ziman ku wî di Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de Serokê KADER'ê Yavuz Kara xistiye kar û got ku bêyî ku Kara biçe kar ji bankamatîkê pereyê xwe digire.    Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ku bi destê AKP’ê tê birêvebirin, gelek caran bi îdiayên “karmendê bankamatîkê” hate rojevê. Îro carek din heman îdia hate rovejê. Haci Soylû yê girêdayî nifusa Trabzonê ye anî ziman ku ew Serokê Komeleya Xwişk û Biratî û Piştevaniyê ya Rihayê (KADER) Yavuz Kara di şaredariyê de xistiye kar û got ku bêyî Kara biçe kar mûçeyê xwe digire.    Soylû tev li komeke sohbetê ya bi dîmen bû û anî ziman ku ew ji bo Kara têxe kar Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul geriyaye û diyar kir ku rojek şûnde jî Kara girtine kar.     Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand dîmenên ku Haci Soylû tê de axiviye. Haci Soylû wiha li xwe mikur hat: “Di her mijarê de tu qala eşîrtiyê dikî Yavuz Kara. Tu qaşo xwedî eşîreke ewqas mezin î ku nikarî pereyê ruxsata çeka xwe razînî û ji kesên ku qet nas nakî pereyan dixwazî. Ez tiştekî nabêjim. Êdî kêr giha hestî, ez neçar im ku bêjim. Hêj çi tişt hene jî ez nabêjim. Hinek din jî hêrsa min bîne da ku ez jî bi belgeyan nîşanî te bidin bê ka dê çi bînim serê te. Tê bira te demekê ji min re digot, ‘Haci Soylu, tu nikarî derkevî li kolanê’. Eniya min vekirî ye... Min tu kesî nexapand. Hêj duh te nedikarî têkevî şaredariyê de, min go ku bide hejmara şaredar, te jî da min. Sibehê şaredar li te geriya û tu ketî kar. Tu bêyî ku biçî kar hêj jî pere digirî. Ez ê wî jî li ser te birim, bila haya te jê hebe. Dê wî jî bidim birîn.”    JI AKP’Ê BÛ BERNAMZET   Di dîmenan de gefa mirinê li Yavûz Kara tê xwarin. Kesên ku nayên zanîn jî bi gotinên biçêr piştgiriyê didin gotinên Haci Soylu.    Haci Soylû di hilbijartinên 2018 û 2023’yan de ji Trabzonê ji bo bernamzetiya parlamenteriyê serî li AKP’ê da. Ser hesaba Soylû ya medya dijîtal wêneya ku destê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan maçî kiriye heye.    Ser hesabên Yavuz Kara ê tê îdiakirin ku bêyî biçe kar pere distîne jî bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul re di odeya meqamê de wêneyên hatine kişandin hene. Kara di parvekirineke xwe de diyar dike ku KADER bi keda Beyazgul hatiye avakirin. Kara di qeyda sîgortayê de hêj jî weke xebatkareke şaredariyê xuya dike.