Bi hezaran kes di mitînga DEM'ê ya li Misirc û Milazgirê de hatin bahev 2024-03-30 13:26:56   MÛŞ/SÊRT - DEM Partiyê li navçeya Misirc a Sêrtê û navçeya Milazgirê mitîng li dar dixe.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Kuleya Saetê ya li navçeya Misirc a Sêrtê bi tevlibûna hezaran kesan mitîngê li dar dixe. Li qada mitîngê pankar û dowîzên weke “Romaneke bê dawî”, “Ber bi Rojê ve herikîn heye” , “Jin jiyan azadî” hatin vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Qeyûm dê biçin gel dê werin” hatin berzkirin.    Mitîng bi gerandina govendê didome. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir tev li mitîngê dibe.   MILAZGIR   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Milazgir a Mûşê mitîng li dar dixe. Bi sedan kes tev li mitînga ku li qada navenda navçeyê tê lidarxistin dibin.