Hatîmogûllari li Çûkûrovayê, Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne 2024-03-30 13:55:54   ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Çûkûrovayê; Tûncer Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne.   Cihên dengdayînê yên Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ên ji bo hilbijartinên herêmî diyar bûn.    Tûncer Bakirhan, dê seat di 11:30’an de li Dibistana Seretayî ya Ahmet Vefîk Paşa ya Kolana Esenlîk a Taxa Guvenevler a navçeya Çankaya ya Enqereyê dengê xwe bi kar bîne.   Tulay Hatîmogûllari jî ew ê seat di 10:00’an de li Dibistana Seretayî ya Ayşe Atil a Kolana 8104 a Taxa Guzelyalî ya navçeya Çûkûrova ya Edeneyê, dengê xwe bi kar bîne.