Birazî û pisxaletê xwe xist kar, bêyî biçin kar pere distînin 2024-03-30 14:53:26   ÊLIH - Hat zanîn ku Şaredarê Hezoyê yê AKP’î Firat Karabulut birayek 2 pismam û 5 kesên din di şaredariyê de girtiye kar û ev kes bêyî biçin kar pere distînin.    Derket holê ku Şaredarê Kaniya Hênê ya girêdayî Hezoyê yê AKP’î Firat Karabulut ji malbata xwe 3 kesan, bi giştî 8 kesan xistiye kar û hat zanîn ku ev kes qey neçûne kar.    Firat Karabulut di hilbijartinên 2019’an de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû namzet û wek şaredar hate hilbijartin. Karabulut pişre ji HDP îstîfa kir û derbasî AKP’ê bû.    AKP di hilbijartinên ku dê sibê bên lidarxistin de dê ji nû ve Firat Karabulut wek namzet nîşan bide. Li gorî agahiyên bi dest ketine Karabulut birayê xwe Ridvan Karabulut, pismamên xwe Vedat û Huseyîn Karbulut di sala 2022’yan de di şaredariyê de girtine kar.    Karabulut li gel bira û pismamên xwe 5 kesên din jî girte kar. Hat zanîn ku kesên ji bo kar ketine şaredariyê qet neçûne kar û ev kes her meh pereyên xwe ji bankamatîkê girtine.    Herwiha hat diyarkirin ku Karabulut ê xizmên xwe wek “karmendê bankamatîkê” girtine kar, dozereke şaredariyê ya bihayê wê 2 mîlyon û 250 hezar lîre bû jî daye firotin.