Şandeya ku dê hilbijartinê bişopîne li Amedê bi rojnamevanan re civiya 2024-03-30 17:28:56   AMED - Şandeya şopandina hilbijartinê ya navneteweyî, li Amedê bi rojnamevanan re civiya.    Şandeya navneteweyî ya ku ji bo Newrozê û hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê bişopîne ji Ewropayê hat Amedê, li otêlekê bi Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û nûnerê DÎSK Basin-Îşê yê Amedê re hevdîtinek pêk anî.    Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, Seroka MGK'ê Roza Metîna, Nûnerê DÎSK Basin-Îşê yê Amedê Hakki Boltan û Sekretera DFG'ê Gulşen Koçûk tev li hevdîtinê bûn.    Di hevdîtinê de li ser xebatên hilbijartinê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û zextên li ser çapemeniya azad hat sekinandin. Der barê şert û mercên xebatê û rojnamevanên girtî de agahî hatin dayîn.