Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin 2024-03-30 18:03:43   ENQERE - Ji bo berdana girtiyên nexweş ên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, li Stenbol Enqere û Îzmîrê daxuyaniyên çapemeniyê hatin li dar xistin.    Ji bo girtiyên nexweş demildest werin berdan li Stenbol, Enqere û Îzmîrê daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê di hefteya 499’emîn a çalakiya xwe de li pêşiya avahiyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin cem hev. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş werin berdan” hate vekirin. Çalakvan vê hevteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Leyla Aygun (43) a di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.    ‘JI MIRINAN RE TEVBÎR NAYÊN GIRTIN’   Daxuyaniyê endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmend. Çevîrmen di daxuyaniyê de destnîşan kir bi qasî wan tespît kirine 651’ê wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Çevîrmen diyar kir ku girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk û pirhêlî, yên piş, yên dil, yên penceşêrê yên kalbûnê û yên ku nikarin bi tena serê xwe di girtîgehê de bimînin hene û wiha axivî: “Ji ber ku astengiyên li pêşiya girtiyan ranakin, şert û mercên giran û ji ber taloqnekirina înfaza wan jiyana xwe ji dest didin. Tevî ku dikarin pêşî li mirinan bigirin tevbîr nayên girtin.”    REWŞA LEYLA AYGUN   Çevîrmen derbarê girtiya nexweş Leyla Aygunê de ev agahî parve kirin: “Malbata Leyla Aygunê serî me daye, derbarê nexweşiyên wê de agahiyên berfireh bi me re parve kiriye û ji me piştgirê xwestiye. Berî ku bikeve girtîgehê teşhîsa kansera singan li Aygunê kirine. Aygun di hundir de hat emeliyatkirin û enfeksiyanê girt. Diviya 21 rojan  tedawiya tîrêjan bidîta lê belê tenê 6 rojan ev tedawî hate kirin. Ji bo tedawî bibe divê were berdan. Nexwe dê encamên jêveneger derkevin holê. Divê neyê jibîrkirin ku parastina mafê jiyanê di berpirsyariya dewletê de ye.”   Çevîrmen di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê bibin şopdarê pêvajoyê û diyar kir ku ew ê daxwazên girtiyên nexweş heya ku tên çareserkirin dê parve bikin.    STENBOL    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 627’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F’yê li pêşiya avahiyê komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê parastvanên mafên mirovan bal kişandin ser reşwa Hatîce Yildiz a 75 salî a ji keça xwe û hevala wê re pere şandiye û hatiye girtin. Yildiz di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê ragirtin.   Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hate hilgirtin, pankarta “Bila Hatîce Yildiz were berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hate vekirin, diruşma “Hatice Yildizê berdin” hate berzkirin. Daxuyaniyê endama Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Oya Ersoy xwend. Oya destnîşan kir ku zextên ser girtiyan tên meşandin her ku diçe ser xizmên wan, parêzer û kesên piştevaniyê wan dikin jî zêde dibin.   DIXWAZIN PIŞTEVANIYÊ ASTENG BIKIN   Ersoy diyar kir ku dixwazin şandina pereyan weke sûcê “fînansekirina terorê” nîşan bidin ev tişt gotin: “Di vê pêvajoyê de pirsgirêkên fizîkî û derûnî hene. Li gel van dixwazin girityan tenê bihêlin û di hêla aborî de jî girtiyan ceza bigirin.    Ersoy da zanîn ku Yildizê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristî rakirine nexweşxaneyê û bi bîr xist ku bijîşkan derbarê Yildizê de gotine, ‘Divê demildest ji çavên xwe emeliyat be. Mayîna di girtîgehê ji bo tenduristî û jiyana wê xetere ye.’ Ersoy da zanîn ku ji bo parasina jiyan û mafên wan divê girtiyên temen mezin û nexweş werin berdan.    ÎZMÎR   Şaxa ÎHD’a Îzmîrê 287’emîn çalakiya xwe ya ji bo balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Sumerbanka Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” hate vekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de parastvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa tenduristiya Şemsettîn Ekîncî. Kurdiya daxuyaniyê Berpirsyarê Herêma Egeyê yê ÎHD’ê Zafer Încîn, tirkiya wê jî Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin xwend.   FELC DERBAS KIR, NIKARE REBE SER XWE   Încîn diyar kir ku nexweşiyên şekir, tansiyonê yên Şemsettîn Ekîncî hene, ji ber di sala 2017’ê de damarê mejiyê wî asê bûye krîz derbas kiriye. Încîn axaftina xwe wiha domand: “Ekîncî di 2018’an de aciz bû û ew rekirin Nexweşxaneye Dewletê ya Çîgliyê. Li gorî gotina malbatê xwîn çû ser mejiyê wî, aliyê wî yê çepê felc bû, nikare rabe ser piya. ATK jê re tenê rapora ‘nikare di girtîgehê de tenê bimîne’ amade kir.     CEM HEVALEKÎ BÊLING TÊ RAGIRTIN   Încîn di dirêjiya axaftina xwe de got ku Ekîncî hêj jî nehatiye dermankirin û wiha pê de çû: “Tevî ku di Girtîgeha tîpa R de tê ragirtin baş nebû. Ji ber felcê, laşê wî birîn bûne, navtenga wî ji ber şewitiyê nikare destmêja xwe bike, li cem hevalekî xwe yê ku her du piyên wî jî nin in tê ragirtin. Herwiha çavên wî jî divê werin dermankirin.”    ‘BERPIRSYAR ATK, WEZARET Û SEROKKOMAR IN’   Di dawiya axiftina xwe de Încîn anî ziman ku Ekîncî bi vî halê xwe ve ji ewlehiya civakê re nabe talûke û wiha derbirî: “Dema ku em wek mirovî û wijdanî difikirin, mirovekî wiha êş dikêşe û muhtacî lênêrînê ye dê çawa di girtîgehê de bijî. Em ji vir bang li Lijneya Çavdêrî û Îdareyê dikin, rayeya xwe bikar bînin û Ekîncî berdin. Nexwe ji encameke neyînî hûn, ATK, Wezareta Dadê û Serokkomar dê bibin berpirsyar.”