ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-31 09:00:27   * Ji xizmên girtiyan ku Nobeda Edaletê didomînin Fînce Akmanê diyar kir ku gava li girtîgehê bi kurê xwe Yakup Akman re hevdîtin kiriye rastî ferzkirina "bi tirkî biaxive" ya gardiyanan hatiye û li kurê wê jî cezayê dîsîplînê hatiye birîn.    * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku girtina Hatîce Yildiz a 75 salî bêhiqûqî ye û rewşa heyî wekî" deraqilî"yê pênase kir.    * Mehmet Ocalan bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi lêv kir ku mala Abdullah Ocalan mala gelê kurd e û got: "Werin em di 4'ê Nîsanê de li dijî tecrîda girankirî bertekên xwe mezin bikin."    * Dê geşedanên têkildarî Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adarê bên şopandin.    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Dibistana Seretayî ya Ayşe Atil a li Taxa Guzelyazi ya navçeya Çukurova ya Edeneyê; Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li Dibistana Seretayî ya Ahmet Vefîk Paşa ya li Taxa Guvenevler a Enqereyê dengê xwe bide.    * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê li Dibistana Amadehî ya Îmam Hatîbê ya Ferdî Yîgît a li navçeya Rezan a Amedê; Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî li Dibistana Navîn a Şehît Bîrkan Gunduz a li navçeya Rezanê dengê xwe bide.