Hejmartina dengan dest pê kir 2024-03-31 09:22:25 NAVENDA NÛÇEYAN -Dengdayîn li 32 bajaran ku gelek binpêkirin lê hatin jiyîn bi dawî bû. Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengdayîn hêj didome.  Hilbijartinên ji bo diyarkirina rêveberên herêmî yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dest pê kir. 61 milyon û 441 hezar û 882 hilbijêr dê li ser nêzî 208 hezar sindoqan dengê xwe bidin. Li ser biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK); li hinek bajaran dengdayîn saet di 07.00’ê de destpê kir û dê saet di 16.00’ê de bi dawî bibe; li bajarên Tirkiyeyê jî hilbijartin saet di 08.00’ê de dest pê kir û dê saet di 17.00’ê de bi dawî bibe.  DEM PARTÎ LI 11 BAJARAN LI PÊŞ E 19.36: DEM Partî 3 jê bajarên mezin bi giştî li 11 bajaran li pêş e. DEM PARTÎ LI AMARAYÊ BI FERQEKÎ MEZIN BI SER KET 19.32: DEM Partî li gundê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Amarayê bi ferqekî mezin bi ser ket. YSK’Ê QEDEXEYA WEŞANÊ RAKIR 19.20: YSK’ê qedexeya weşanê ya derbarê encamên hilbijartinê de rakir. Encamên dengdayînê xuya dibin. SAKIK JI BO AGIRIYÊ DAXUYANÎ DA: EV SERKEFTIN A GELÊ AGIRIYÊ YE 19.14: Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik wiha axivî: “Spas Agirî. Ev serkeftin a hemû gelê Agiriyê ye.” OY VE OTESIYÊ JI BO ‘GIRTEKAN’ BANG KIR 19.12: Komeleya Oy ve Otesiyê bang kir ku girtekên hilbijartinên 31’ê Adaê de li Servîsa Girtekan a Oy ve Otesiyê bên barkirin. HEVSEROKÊN GIŞTÎ YÊN DEM PARTIYÊ: LI DIJÎ HÎLEYAN HIŞYAR BIN 19.06: Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bang kirin: “Li dijî hîleyan hişyar bin, çavê we li ser be.” TORBEYÊN DENGAN TÎNIN EDLIYEYA AMEDÊ 18.30: Piştî jimartinan, torbeyên dengan tên Edliyeya Amedê. BANGA ‘SINDOQAN TERK NEKIN’ 18.24: Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş piştî bidawîbûna karûbarên dengdayînê bang li peywîrdarên sindoqan kir ku sindoqan terk nekin. NAMZETÊ AKP’Ê LI 5 CIHAN DENGÊN KOMÎ DA 18.11: Şaredarê AKP’î Şeref Albayrak ê li Xelfetiyê jinûve bû namzet û 150 kesên pê re, li 5 cihên cuda bi komî deng dan. Parêzerên DEM Partiyê yên îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bûn, serî li dozgeriyê dan û gilî kirin. ÎHD: LEŞKER HATIN VEGUHESTIN, ŞANDE HATIN ASTENGKIRIN 18.00: ÎHD’ê têkildarî hilbijartinan rapora xwe ya navbeynê eşkere kir. ÎHD’ê da zanîn ku şande û çavdêr bi biryara walîtiyê hatine astengkirin û leşker û polîs li bajarên Kurdistanê weke “hilbijêr” hatine veguhestin. YSK’Ê KIŞANDINA DÎMENAN LI ROJNAMEGERAN QEDEXE KIR 17.58: YSK’ê di demên jimartina dengan de qeydkirina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir. ŞERÊ JI BO KEYATIYÊ: 2 KES MIRIN, 4 KES BIRÎNDAR BÛN 17.35: Li gundê Merke yê Sêrtê ji ber hilbijartina muxtariyê şer derket, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn. TÎP Û EMEP’Ê BERTEK NÎŞANÎ HILBIJÊRÊN ‘GEROK’ DAN 17.27: TÎP û EMEP’ê têkildarî dîmenên leşker û polîsên ji bo dengê xwe bidin AKP û MHP’ê li bajarên bakurê Kurdistanê hatine veguhestin daxuyanî dan û gotin ku îktîdar hewl dide îradeya gel xesp bike. AYŞGEUL DOGAN: NIHA YA HERÎ GIRÎNG PARASTINA SINDOQAN E 17.04: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got divê tu kes guh nede agahiyên manîpulatîf û wiha got: “Ji niha ve ya herî girîng, parastina sindoqan e.” DENGDAYÎN BI DAWÎ BÛ 17.00: Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hemû dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir. YSK’Ê TÊKILDARÎ QEDEXEYAN DAXUYANÎ DA 16.30: Serokê YSK’ê Ahmet Yener, wiha got: “Em ê derbarê ku qedexeya weşanê dê kengî rabe de civînê li dar bixin.” LI 32 NAVENDAN DENGDAYÎN BI DAWÎ BÛ 16.00: Li 32 navendan karûbarê dengdayînê bi dawî bû û li navendên din jî dê sindoq saet di 17.00’ê de bên girtin. HATÎMOGÛLLARI: WERIN DENGÊ XWE BIDIN 15.57: Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li hilbijêran kir û wiha got: “Werin em dengê xwe bidin.” ‘EM Ê LI SER SINDOQAN BERSIVÊ BIDIN’ 15.55: Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li dijî hewldana xespkirina îradeyê ya bi polîs û leşkeran re, bang li kesên ku dengên xwe bikar neanîne kirin û wan vexwendin dengdayînê. BERTEK NÎŞANÎ NAMZETÊ AKP’Ê DAN: HIŞYAR BIN DIZ HEYE! 15.42: Namzetê AKP’ê yê Şirnexê Mehmet Yarka çû serdana dibistanan û welatiyan bi gotina “Hişyar bin diz heye” bertek nîşan dan. DOGAN BANG LI MUXALEFETÊ KIR: JI XESPKIRINA ÎRADEYÊ RE BIBÊJIN ‘NA’   15.37: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku wan li 31 navendan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî tespît kirine û wiha bang li muxalefetê kir: “Divê muxalefet ji vê xespkirina îradeyê re bibêje ‘na.’ Ev meseleye ne tenê meseleya DEM Partiyê ye.” HINEK LI SER KURSIYA BITEKER HINEK LI SER GOPAL HATIN SER SINDOQÊ 15.28: Hilbijêrên Amedê hinek jê li ser kursiyên biteker hinek jî li ser gopalan çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. JI 120 HILBIJÊRAN TENÊ YEK JÊ JI QERSÊ YE 15.07: Di sindoqa Hejmar 1042 ya li Dibistana Navîn a Ataturkê ya Qersê de ji 120 hilbijêran tenê yek jê qeyda wî/wê ji Qersê ye. POLÎSAN JI NÊZ VE GAZA ÎSOTÊ AVÊT SERÛÇAVÊN NAMZET DEMÎR 15.06: Namzeta DEM Partiyê Devrîm Demîr li navçeya Mehsertê tevî şandeya pê re serdana sindoqan dikin. Polîs ji nêz ve xaza îsotê berda Demîrê. SEROKÊ SINDOQÊ YÊ AKP’Î DAYIKEK XAPAND Û DENGÊ WÊ DA AKP’Ê 15.05: Li Dibistana Seretayî ya Şehîd Çetîn Denîz serokê sindoqê dengê hilbijêra DEM Partiyê Şemam Koç a xwendin û nivîsandina wê nîne da AKP’ê. Koç, wiha got: “Min got ez ê dengê xwe bidim darê lê wî li binê ampûlê xist.” ‘EV HILBIJARTIN REWA NÎNE’ 15.04: Dîmenên leşker û polîsên li bajarên Kurdistanê bi komî deng didin mohra xwe li hilbijartinê dan. Bertekên tund nîşanî hilbijêrên “gerok” ên di jiyana xwe de cara ewil e hatine bajarên Kurdistanê dan. AHMET TURK: JI RÛSYAYÊ HILBIJÊR VEGUHESTIN 14.50: Namzetê DEM Partiyê Ahmet Turk, têkildarî leşker û polîsên weke hilbijêr veguhestin Mêrdînê wiha got: “Ji Yozgatê, Çorûmê ji cihên cuda heta ji Rûsyayê mirov veguhestine vê derê û hewl didin vîna gel xesp bikin.” NAMZETÊ AKP’Ê PEYWIRDARÊ SINDOQÊ DERB KIR 14.42: Namzetê Şaredariya Midyatê yê AKP’î Veysî Şahîn peywirdarê sindoqê yê Demokrat Partiyê derb kir.   HILBIJÊRAN PEYAMA ‘EM Ê BI SER KEVIN’ DAN 14.37: Welatiyên li navçeya Gêlê li dijî leşker û polîsên weke “hilbijêr” li navçeyê hatin veguhestin çûn ser sindoqê, peyama “Em ê bi ser kevin” dan. ŞANDEYA NAVNETEWEYÎ ÇÛ SERDANA PASÛRÊ 14.36: Şandeya navneteweyî ya ku ji bo şopandina hilbijatinê hatibû Amedê, li navçeya Pasûrê serdana dibistanan kir.   BERDEVKA DEM PARTIYÊ: SINDOQAN NETERIKÎNIN 14.14: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan cara duyemîn daxuyanî da û wiha got: “Divê tu kes sindoqan neterikîne. Roj roja serkeftinê ye.” NAMZETÊN AMEDÊ: XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN 14.12: Namzetên hevşaredariyê yên bajarê mezin ên Amedê ji bo dengdayîn bang kirin û gotin: “Werin li sindoq û dengên xwe xwedî derkevin.” SANCAR: EM ÎRADEYA GEL NADIN XESPKIRIN 13.53: Mîthat Sancar ê DEM Partiyî bertek nîşanî hîleyên hilbijartinê yên li Xelfetiyê da û wiha got: “Em îradeya xwe nadin dizîn, nadin xespkirin. Bila gelê neçûna sindoqan nefikire.” NEXWEŞ DIÇIN SER SINDOQAN 13.53: Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, dîmenê jineke nexweş parve kir û wiha got: “Gelê Agiriyê li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweşên xwe wiha tîne ser sindoqê.” LI KONTEYNERAN DENGDAYÎN DIDOME 13.33: Li Hatayê ku di dema erdhejê de bandoreke mezin li ser çêbûbû, gel diçe ser sindoqan û dengê xwe dide. SER Û ÇAVÊN BAHÇELÎ REŞ Û ŞÎN BÛNE 13.29: Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî dengê xwe da û balkêş bû ku ser û çavên wî reş û şîn bûne. LI KURDISTANÊ DÊ SINDOQ SAET DI 16.00’Ê DE BÊN GIRTIN 13.18: Tevî li bajarên bakurê Kurdistanê bi giştî dê li 32 bajaran karûbarên dengdayînê saet di 16.00'an de bi dawî bibin. LI SERHEDÊ GEL DIHERIKE SER SINDOQAN 13.17: Li bajarên Serhedê ji ber Remezanê di saetên serê sibê de çûyîna ser sindoqan kêm bû lê ber bi nîvro ve çûyîn zêde bû. KESEKÎ 3 CARAN DENG DA 13.01: Derket holê ku li navenda Mûşê kesekê 3 caran deng daye. Li Şirnexê jî mamosteye ku bertek nîşanî ‘veguhestinê’ da rastî tundiya polîsan hat. DI 94 SALIYA XWE DE ÇÛ SER SINDOQÊ 12.55:  Halîme Bayram a 94 salî li navçeya Pasûrê çû ser sindoqê û dengê xwe da.  BAKIRHAN: HERIN SER SINDOQAN Û DENGÊ XWE BIDIN   12.45: Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî dengdayînê bal kişand ser hilbijêrên veguhestî û wiha bang kir: “Tevî hemû tiştan, em tevahiya gelê xwe bi hemû hêza xwe ve vedixwînin dengdayînê û parastina sindoqan.” BERDEVKA DEM PARTIYÊ: HÊRSA XWE BI DENGDAYÎNÊ DERXÎNIN 12.38: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan hilbijêr li dijî agahî nerast hişyar kir û wiha got: “Em dizanin bihêrs in lê hêrsa xwe bi çûna ser sindoqan û dengdayînê hêrsa xwe derxînin.” LEŞKER: EM JI DERVEYÎ BAJAR HATIN 12.36: Dema li Qersê deng bi komî dihatin avêtin, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît pirsa “Hûn ji ku hatine?” pirs kir û leşkerekî wiha bersiv da: “Em ji derveyî bajar hatine.” QEYMEQAMÊ GEVERÊ BI AKP’IYAN RE LI SER SINDOQAN GERIYA 12.29: Qeymeqam û qeyûmê Geverê Omer Cîmşît, bi namzetê AKP’ê yê bajaroka Bajêrgeh a girêdayî navçeyê Dirbaz Buyuksu re li ser sindoqan geriya. NAMZETÊN AMEDÊ BANGA XWEDÎDERKETINA LI SINDOQAN KIRIN 12.28: Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun dengên xwe dan û piştre jî ev bang kirin: “Dê tu kes nekare vîna vî gelî xesp bike. Li dijî hîleya veguhestina dengan, divê her kes biçe ser sindoqan.” PEYWIRDARÊ SINDOQÊ YÊ DEM PARTIYÎ HATE KUŞTIN 12.26: Li gundê Çirnika girêdayî navçeya Sûrê, di dema bikaranîna dengan de şerê çekdarî derket û  peywirdayê sindoqê yê DEM Partiyê hate kuştin. AHMET TURK: EM BI DEWLETÊ RE KETINE PÊŞBIRKÊ 12.15: Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk dengê xwe da. Turk ê pişt re daxuyanî da, bi gotina “Em bi dewletê bi xwe re ketine pêşbirkê” bang li gel kir ku dengên xwe bidin. JI BO DENGAN PEYMANA BI MILYONAN TL’AN 12.00: Derket holê ku namzetê AKP’ê yê Xana Axparê Davut Arzu ji bo hezar û 200 dengan bi keya û melayan re bi bihayê 2 milyon TL’an peyman îmze kiriye. SAKIK BERTEK NÎŞANÎ DENGDAYÎNA KOMÎ KIR 11.44: Sirri Sakik ê DEM Partiyî bertek nîşanî dengdayîna komî ya polîs û leşkeran da û wiha got: “Diz heye, diz heye! Li vî bajarî diz heye. Dixwazin îradeya vî bajarî xesp bikin.” DEM PARTÎ: EM Ê RÊ NEDIN TU HÎLEYAN 11.43: Hin peywîrdarên dewletê hewl didin ji sindoqekê zêdetir dengan bidin desthilatê. DEM Partiyê ragihand ku dê van peywîrdaran tespît bike û giliyê wan bike. LEŞKERÊN ‘VEGUHESTÎ’ LI ŞIRNEXÊ KETIN RÊZA DENGDAYÎNÊ 11.19: Li navenda Şirnexê leşkerên “veguhestî” ji bo dengên xwe bidin ketin rêzê. NAMZETÊ AKP’Ê ÊRIŞÎ ENDAMÊ PARTÎYA ÎYÎ KIR 11.09: Li Cizîrê endamê AKP’î êrişî peywirdarê sindoqê yê ÎYÎ Partiyî kir. Li gel êrişê demekê kin gengeşî derket. HATÎMOGÛLLARI: DÊ GEL BI SER KEVIN 10.55: Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, ya dengê xwe da wiha got: “Li Tirkiyeyê dê gel serbikevin. Dê kesên bindest û keda wan tê xwarin serbikevin. Jin û ciwan dê serbikevin. Doza parazvanên xwezayê û mafên mirovan dê serbikeve.” DENGÊN XWE YÊN FIROTIN AKP’Ê LI SER KOMA WHATSAP’Ê PARVE KIRIN 10.48: Kesên li Serêkaniyê dengên xwe firotine AKP’ê, di koman WhatsApp’ê de wêneyên pusulayên dengên xwe parve kirin. SEROKÊ YSK’Ê YENER BINPÊKIRIN JINEDÎTÎ VE HAT 10. 41: Serokê YSK’ê Ahmet Yener, binpêkirinên diqewimin nedîtin û îdia kir ku hilbijartin “bêpirsgirêk” didome. DU CARAN DENG DA 10.08: Hat tespîtkirin ku peywirdarên sindoqan li bajarokê Bulamê yê navçeya Çêlikanê li du sindoqên cuda deng bi kar anîne. LI XELFETIYÊ HÎLE DEST PÊ KIRIN   10.07: Li navçeya Xelfetiyê ku bi veguhestina dengan di rojevê de ye, hîleyên hilbijartinê dest pê kirin. Li gelek gundên navçeyê deng bi komî hatin dayîn û DEM Partiyê li dijî vê îtîraz kir.    'HILBIJÊRÊN GEROK' BI KOMÎ DENG DIDIN!   09.35: Leşker û polîsên ku AKP’ê li gelek bajaran veguhestibû û dê dengê komî bidin, li ser sindoqan hatin veguhestin.   UÇAR Û BAYINDIR: EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN   09.01: Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir dengê xwe dan û wiha bang kirin: “Em xwedî li sindoqên xwe derkevin.”   DENGDAYÎN DEST PÊ KIR   08.00: Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengdayîn dest pê kir.    07.00: Li 32 bajaran dengdayîn dest pê kir. Li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlig, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Giresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Gurgum, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê dengdayîn dest pê kir.