Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê! 2024-03-31 09:35:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Leşker û polîsên ku AKP’ê li gelek bajaran veguhestibû û dê dengê komî bidin, li ser sindoqan hatin veguhestin.    Kar û barê dengdayînê yê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de dest pê kir. Bi destpêkirina dengdayînê re leşker û polîsên ku AKP’ê weke hilbijêrên xwe li gelek bajaran veguhestî, bi komî li ser sindoqan hatin veguhestin.    STEWR: DENGDAYÎN HAT SEKINANDIN   Leşker û polîsên li navçeyên Kerboran û Stewrê yên Mêrdînê hatin veguhestin, bi awayekî komî li ser sindoqan hatin veguhestin. Dîmenên leşker û polîsên anîn Dibistana Amadehî ya Kerboranê û Dibistana Navîn a Kerboranê hatin kişandin.    Li navçeya Stewrê jî leşker û polîs li Dibistana Navîn a Azîz Sancar û li Dibistana Amadehî ya Nûr Cingillioglû hatin dîtin. Leşker û polîs bi otobûsan li anîn dibistanan û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li dijî vê îtîraz kir. Li her du dibistanên navborî dengdayîn hate sekinandin.    AMED/PASÛR    Li Dibistana Navîn a Ataturkê, Dibistana Navîn a Seyrekê, Dibistana Navîn a Hamzali Canaydin û Dibistana Navîn a Uzunova yên navçeya Pasûr a Amedê jî leşker û polîsên veguhestî dest bi dengdayînê kirin. Polîs û leşkerên cil û bergên sivîl li xwe kirin, bi mînîbusan anîn dibistanan. Welatiyên ku ji bo dengdayînê hatin ser sindoqê, bertek nîşanî rewşê dan. Li ser sindoqan rageşî dest pê kir.    COLEMÊRG   Li bajarokên Xirvate û Bajêrge yên navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi sedan polîs û leşker bi komî çûn ser sindoqan. Li Xirvateyê leşker bi wesayîtên zirxî hatin û li bajarokê Bajêrgeyê jî li gel AKP’iyan hatin dibistanan.    DEM PARTIYÊ RAGIHANDIBÛ   DEM Partiyê li 32 cihan li dijî 54 hezar hilbijêrên bêusûl îtîraz kiribû. Navendên leşker û polîs lê hatin veguhestin jî weke Amed, Şirnex, Colemêrg, Êlih, Agirî, Mûş, Îdir, Qers, Riha, Sêrt, Mêrdîn û Dêrsim hatibûn tespîtkirin.  AKP'nin 'taşımalı' asker ve polis seçmenleri böyle görüntülendi! Colemêrg’in Gever (Yüksekova) ilçesine bağlı Xirvate (Büyükçiftlik) ve Bajêrge (Esendere) beldelerinde yüzlerce taşımalı asker ve polis, toplu olarak oy kullanmaya gelirken görüntülendi. Xirvate’de askerler zırhlı… pic.twitter.com/Cyqtmdvfch — Mezopotamya Ajansı (@MAturkce) March 31, 2024