Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da 2024-03-31 10:08:20   SEMSÛR - Hat tespîtkirin ku peywirdarên sindoqan li bajarokê Bulamê yê navçeya Çêlikanê li du sindoqên cuda deng bi kar anîne.    Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê yê bi navê Muhammed Yilmaz li bajarokê Bûlamê yê navçeya Çêlikan a Semsûrê li ser du sindoqan deng daye. Yilmaz ku li ser sindoqa hejmar 1030 a Dibistana Seretayî ya Şehît Er Erdal Şîrecî ya Taxa Hacilarê peywirdar e, hem li ser sindoqa ku qeyda wî lê heye hem jî li ser sindoqa hejmar 1031’ê dengê xwe da.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) rewş tespît kir, girteka xwe girt û ji lijneya sindoqê re ragihand. Lijneyê jî îtîraz qebûl kir û deng nederbasdar qebûl kir.    Hat zanîn ku dê DEM Partî derheqê vî kesê navborî de gilî bike.    Navenda Koordînasyona Krîzê ya DEM Partiyê da zanîn ku heke neyê şopandin, dê bi belgeya 142’yan ve heman kes bi dehan caran deng bi kar bînin û ji bo vê mijarê banga hestiyariyê kir.