Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome 2024-03-31 10:41:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YSK’ê Ahmet Yener, binpêkirinên diqewimin nedîtin û îdia kir ku hilbijartin “bêpirsgirêk” didome.    Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Ahmet Yener, ji bo ku dengê xwe bikarbîne dema ji avahiya YSK’ê derket daxuyanî da çapemeniyê. Yener, îşaret kir ku li gelemperiyê Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê dengdayîn dest pê kiriye û wiha got: “Me têklildarî reşwa dawîji hemû lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyê agahî wergirtin. Niha dengdayîn bêpirsgirêk berdewam dike. Înşelah dê dawiya rojê jî dê dengdayîn bê pirsgirêk temam bibe û derbasî hejmartinê bibin.”   Li bajarên bakurê Kurdistanê leşker û polîsên “veguhestî” bi awayekî komî veguhestin ser sindoqan, li hin cihan ji dengekî zêdetir deng hatin avêtin. Ev binpêkirin berovahiyê gotinên Yener nîşan dide.