Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin 2024-03-31 10:48:28   RIHA - Kesên li Serêkaniyê dengên xwe firotine AKP’ê, di koman WhatsApp’ê de wêneyên pusulayên dengên xwe parve kirin.    Li Serêkaniyê bikaranîna dengan berdewam dike. Derket holê ku kesên dengên xwe firotine AKP’ê ji bo vê yekê komeke WhatsApp’ê ava kirine. Kesên ku dengên xwe firotine, di koma WhatsApp’ê de  pusulayên dengên xwe yên ku mohrê di bin logoya AKP’ê dane, parve kirin. Hat dîtin ku di nav koma bi navê ‘Ocaxa Atîllla’yê de 296 kes hene.    Parêzerên DEM Partiyî anîn ziman ku kişandina wêneyan têrî betalkirina dengan dike û destnîşan kirin ku ew ê têkildarî mijarê îtîrazê li Liijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bikin.