Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide 2024-03-31 12:45:02   ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî dengdayînê bal kişand ser hilbijêrên veguhestî û wiha bang kir: “Tevî hemû tiştan, em tevahiya gelê xwe bi hemû hêza xwe ve vedixwînin dengdayînê û parastina sindoqan.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Ahmet Vefîk Paşa ya li Taxa Guvenevler a Enqereyê da. Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Ozturk Turkdogan û DEM Partiyî jî tev li Bakirhan bûn. Bakirhan, dema dengê xwe bikar anî axaftineke kurt kir.    ‘MIN DENGÊ XWE DA JINA HERÎ BERXWEDÊR’   Bakirhan wiha axivî: “Ser xêrê be. Ez ê bêjim ku ‘hevî dikim hilbijartineke demokratîk be’ lê belê berî wer im vê derê me bi hev re dît ku hilbijêrên veguhestî birine bajarên bakurê Kurdistanê. Di wan bajaran de leşker, polîs û kesên ji derve hatine deng didin. Tevî van jî em bang li gelê xwe dikin ku bi hemû hêza xwe biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ez şanaz û bextewarim ku îro dengê xwe didim jina herî bedew a cîhanê, herî xurt, pêşketî, zana û berxwedê. Bi wê serbilindim. Ser xêrê be.”