Dengdayîna li konteyneran berdewam dike 2024-03-31 13:33:24   NVAENDA NÛÇEYAN - Li Hatayê ku di dema erdhejê de bandoreke mezin li ser çêbûbû, gel diçe ser sindoqan û dengê xwe dide.    Herikîna gel a ser sindoqên Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Herêmî berdewam e. Di hilbijartinê de dê şaredarên bajarên mezin, şaredarên bajaran, şaredarên navçeyan û endamên meclisên şaredariyan bên hilbijartin. Tevlibûneke xurt a gel heye û li gelek bajaran dora li pêşiya dibistanan dirêj bû.    MÊRSÎN   Hilbijêrên li navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji saetên serê sibehê ve dest bi dayîna dengên xwe kirin. Gelek hilbijêrên ciwan, kal û pîr û astengdar ji bo dengdayînê dibistan tije kirin û li baxçeyên dibistanan jî qelebalixeke mezin çêbû. Di dema hilbijartinê de ji bo DEM Partiyiyan eleqeyeke zêde hebû.    Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz li gelek dibistanan bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Arslan û Sariyildiz dengê xwe dan û banga xwedîderketina li sindoqan kirin. Rêveberên DEM Partiyê û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî ji bo pêşîlêgirtina bêusuliyên di hilbijartinê de ji saetên zû yên serê sibehê ve çûn serdana dibistanên li Mêrsînê. Serdanên endamên DEM Partî û OHD’ê yên ji bo dibistanan didomin.    HATAY   Di erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê de bandoreke mezin li Hatayê bû. Dengdayîna li Hatayê di bin konteyneran de dest pê kir. Ji bo hilbijartinê li Hatayê 3 hezar û 424 sindoq hatin danîn û li konteynirên pêşiya dibistanan hatine danîn hatin bicihkirin. Hilbijêran di bin konteyneran de dest bi dengdayînê kirin. Tevlibûneke xurt a hilbijêrên heye.    EDENE   Li Edeneyê jî ji saetên serê sibehê ve welatiyan berê xwe dan dibistanan û dengê xwe dan. Hema hema li pêşiya hemû dibistanan qelebalixiyeke zêde heye. Li ser sindoqan jî welatî ji bo dengê xwe bidin ketine dorê.    ANTALYA    Karûbarê dengdayînê yê li Antalyayê ji saet 08.00’an ve didome. Hilbijêr berê xwe didin dibistanan û dengê xwe didin. Namzetên DEM Partiyê yên bajar jî çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Namzetan banga xwedîderketina li îradeya xwe li gel kirin.