Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin 2024-03-31 14:12:00   AMED - Namzetên hevşaredariyê yên bajarê mezin ên Amedê ji bo dengdayîn bang kirin û gotin: “Werin li sindoq û dengên xwe xwedî derkevin.”   Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak bang li gelê Amedê kirin ku heta saet 16.00’an dengên xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin. Dogan Hatûn, bi lêv kir ku gel bi coşa Newrozê rabû ser piyan û yek bi yek tê dengê xwe bikarbîne. Hatûn, ji ber dayîna dengan gel pîroz kir, wiha got: “Em bang li kesên ku hêj dengên xwe nedane dikin ku heta saet 16.00’an dengên xwe bikarbînin. Vîna me, gelê me û em li benda we ne. Werin ku em êvarî bi coşeke mezin serkeftina xwe pîroz bikin. Werin xwedî li sindoq û dengên xwe derkevin. Bila êvarî coşa me zêdetir bibe.”   Namzeta din a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî banga dengdayînê û xwedîderketina sindoqan kir û wiha got: “Ez bang li gelê Amedê dikim ku heta saet 16.00’an dengên xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin.”