Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin 2024-03-31 14:37:00   AMED - Welatiyên li navçeya Gêlê li dijî leşker û polîsên weke “hilbijêr” li navçeyê hatin veguhestin çûn ser sindoqê, peyama “Em ê bi ser kevin” dan.    Yek ji navçeyên ku AKP hewl dide bi rêya leşker û polîsên weke “hilbijêrên veguhestî” tên pênasekirin bi dest bixe jî navçeya Gêl a Amedê ye. Ji hilbijêrên navçeyê Mehmet Fîdan anî ziman ku ew ji bo serkeftinê têdikoşin û wiha domand: “Em dengê xwe didin xwe. Îradeya gel bi polîtîkaya qeyûman tune tê hesibandin. Qeyûm tu xizmetê ji me re nake. Ji bajarên din leşker û polîs anîne navçeyê û dixwazin vîna me xesp bikin. Em ê biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin DEM Partiyê û bersiva herî baş bidin van.”    ‘BILA KESÊN ME HILBIJARTIN ME BIRÊVE BIBIN’    Ji hilbijêran Huseyîn Turan jî got ku AKP hewl dide bi hilbijêrên veguhestî Gêlê bi dest bixe û got: “Lê AKP dê nekare bi ser keve.”    Esengul Polat jî diyar kir ku ew li dijî polîtîkaya qeyûm e û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin şaredarên me hilbijartin me birêve bibin. Lê weke hûn jî dizanin ev 8 sal in îradeya me xespkirî ye. Niha jî bi veguhestina leşker û polîsan dixwazin îradeya me tune bihesibînin. Lê em ê li dijî vê rewşê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”