Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye 2024-03-31 14:14:43 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan cara duyemîn daxuyanî da û wiha got: “Divê tu kes sindoqan neterikîne. Roj roja serkeftinê ye.”  Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê cara duyemîn derket pêşberî kamerayan. Dogan bi bîr xist ku ji bo girtina sindoqan demekî kin ma û wiha got: “Ji bo nîşandana awayê rêvebirina şaredariyan û xatirxwestina ji qeyûman çendek saet man.”   Dogan, bang li hemû DEM Partiyiyên hêj dengê xwe nedane kir ku biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin. Dogan, wiha domand: “Ji kerema xwe terkexemiyê nekin û herin dengê xwe bidin. Ji destpêka hilbijartinê heta niha em dibêjin ku qedera bajarên me di destê we de ne. Em dikarin bi dengên xwe tiştên aydên me paşve bistînin.    EM SÛCÊN WAN YEK BI YEK TESPÎT DIKIN   Dengdayîna li rojava dê heta saet 17.00’an bidome. Lê li Kurdistanê saet di 16.00’ê de bi dawî dibe. Demekî kin ma, em terkexemiyê nekin û dengê xwe bidin. Em tenê bi dengekî jî dikarin çavên xwe li biharê vekink. Em dikarin destpêkeke nû bidin destpêkirin. Li dijî kesên dixwazin îradeya gel xesp bikin weke DEM Partiyê em bang dikin, li bajarên rojava ji bilî çendek binpêkirinan dengdayîn li gorî asayîbûna xwe didome lê li bajarên kurdan gel di nava şert û mercên awarte de dengê xwe dide. Em careke din dibêjin ku hûn sûc dikin û vî sûcî nekin. Em hemû binpêkirinan yek bi yek tespît dikin û dê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Bi taybet jî em li bang li peywirdarên cemaweriyê yên hewl didin rê li ber îradeya gel bigirin dikin; em sûcên we tespît dikin.    SINDOQAN NETERIKÎNIN   DEM Partiyiyên hêja; tu devera hûn dengê xwe lê didin terk nekin. Sindoqan biparêzin. Heta hejmartin bi dawî dibe jî teqez sindoqan neterikînin. Heta niha gelek agahiyên binpêkirinan ji me re hatine. Em ê yek bi yek van tevekan weke reqem parve bikni. Binpêkirinên heyî gelek gumana li ser gelek dengan jî çêdikin. Em ê yek bi yek eşkere bikin ka li ku mudaxileyî şandeyên çavdêriyê yên navneteweyî jî tê kirin.    POLÎSAN ÊRIŞÎ NAMZETA ME DEMÎR KIR   Herî zêde li Riha, Mêrdîn, Amed, Colemêrg, Şirnex, Agirî û Mûşê binpêkirin hatine kirin. Binpêkirina herî zêde hatiye tespîtkirin jî, temînkirina dengan e. em careke din peywirdarên cemaweriyê hişyar dikin ku mudaxileyî berpirsyarên me yên sindoqan nekin. Her wiha li gelek deveran binpêkirinên cuda jî hene. Li Mêrdînê polîsan ji nêz ve gaza îsotê berda rûyê namzeta me ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr da. Niha li nexweşxaneyê ye.