Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê 2024-03-31 15:06:26   MÊRDÎN - Namzeta DEM Partiyê Devrîm Demîr li navçeya Mehsertê tevî şandeya pê re serdana sindoqan dikin. Polîs ji nêz ve xaza îsotê berda Demîrê.   Dema ku namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr li navçeya Mehserta Mêrdînê de serdana sindoqan dikir gengeşî derket. Piştî gengeşiyê polîsan xaza îsotê berda welatiyan. Herwiha polîsan ji nêz ve xaza îsotê berda serçavên Demîrê jî. Demîr ji bo bandora xazê ket erdê. Demîrê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mehsertê.     Ozgur Aksoy ê xwestiye dîmenên êrişê qeyd bike, hate binçavkirin.