Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye! 2024-03-31 15:42:48   ŞIRNEX- Namzetê AKP’ê yê Şirnexê Mehmet Yarka çû serdana dibistanan û welatiyan bi gotina “Hişyar bin diz heye” bertek nîşan dan.    Namzetê AKP’ê yê Şirnexê Mehmet Yarka çû serdana dibistanan ku bi hezaran leşker û polîs weke “hilbijêrên gerok” lê deng bi kar anîne. Welatiyan jî bertek nîşanî Yarka dan. Dema Yarka hatî dibistanê, welatiyan dirûşma “Hişyar be diz heye” berz kirin. Hinek welatiyan jî bi gotina “Ji Xwedê bitirsin” bertek nîşanî Yarka dan.