Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin 2024-03-31 15:57:01   NVAENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li hilbijêran kir û wiha got: “Werin em dengê xwe bidin.”    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li pêşiya Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkê ya Suleyman Demîrel a Rezanê daxuyanî da û ev bang kir: “Em di kêliyên dawî de ne. Ez dixwazim bangî gelê me yê hêja bikim; ji kerema xwe werin dengê xwe bidin. Em careke din we vedixwînin ser sindoqan.”