YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da 2024-03-31 16:30:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YSK’ê Ahmet Yener, wiha got: “Em ê derbarê ku qedexeya weşanê dê kengî rabe de civînê li dar bixin.”   Serokê Lijneya Bilind (YSK) Ahmet Yener têkildarî hilbijartinan de daxuyanî da. Yener wiha got: “Saet di 17.00’an de li bajarên me yên mayî jî dê dengdayîn bi dawî bibe. Em ê saet di 17.00’an de têkildarî hemû hejmartina dengan de agahiyê bidin. Pişt re lijneya me dê civînê li dar bixe û derbarê ku qedexeya weşanê dê kengî rabe de biryarê bide.”   Yener, tevî hemû hîle û veguhestina hilbijêran, hilbijartin weke “Şahiya Demokrasiyê” penase kir.