TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan 2024-03-31 17:27:01   ENQERE - TÎP û EMEP’ê têkildarî dîmenên leşker û polîsên ji bo dengê xwe bidin AKP û MHP’ê li bajarên bakurê Kurdistanê hatine veguhestin daxuyanî dan û gotin ku îktîdar hewl dide îradeya gel xesp bike.    Karûbarên dengdayînê yên li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dawî bû. Dîmenên leşker û polîsên ji bo dengê xwe bidin AKP-MHP’ê li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê hatin weşandin. Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) têkildarî van dîmenan daxuyanî dan û gotin ku îktîdar hewl dide îradeya gel xesp bike.    ‘DÊ GEL BI SERKEVE’   Têkildarî mijarê TÎP’ê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê daxuyanî da û bal kişand ser dîmenên leşker û polîsan. TÎP’ê got ku leşker û polîs li navend û navçeyên DEM Partî lê bihêz e bi awayekî derqanûnî deng didin û wiha got: “Em li dijî pergala qeyûm û hewldana darbeya li dijî îradeya gelê kurd in. Dê gel bi ser keve, kesên hewl didin îradeya gel xesp bikin, têk biçin.”    ‘EM Ê LI CEM GELÊ KURD CIH BIGIRIN’   EMEP’ê jî li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyaniya Serokê Giştî Seyît Aslan parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îktîdar hewl dide bi rêya hêzên ewlekariyê, terrîqet û cemaetan gel bixapîne û bi veguhestina leşker û polîsan li bajarên kurdan bandorê li encamên hilbijartinê bike. Bi domdarî bal kişand ser dîmenên leşkeran û qetilkirina endamê DEM Partiyê li Amedê. EMEP’ê ev êriş û veguhestina leşker û polîsan şermezar kir û wiha got: “Dê têkoşîna me ya li dijî vê xespkirina îradeya gel bidome û li dijî her cureyên zordestiyê yên îktîdarê, em ê li cem îradeya gelê kurd bigirin.”