Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin 2024-03-31 18:00:45   ENQERE - ÎHD’ê têkildarî hilbijartinan rapora xwe ya navbeynê eşkere kir. ÎHD’ê da zanîn ku şande û çavdêr bi biryara walîtiyê hatine astengkirin û leşker û polîs li bajarên Kurdistanê weke “hilbijêr” hatine veguhestin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) “Rapora Navbeynê ya Binpêkirinên di Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de” eşkere kir. rapor, bi awayeke nivîskî hate weşandin. ÎHD’ê da zanîn ku wan li 22 bajaran çavdêrên hilbijartinê bi cih kirine.    WALÎTÎYÊ ŞANDE ASTENG KIR   Daxuyanî wiha ye: “Hat zanîn ku koma me ya ji 8 kesan pêk dihat a li navenda Sêrtê hatibû peywirdarkirin; koma ji 7 kesan a li Agiriyê peywirdar; koma ji 5 kesan a li Gever a Colemêrgê peywirdar; koma ji 14 kesan pêk dihat a li Mêrsînê peywirdar û koma me ya serbixwe ya ji 46 kesan pêk dihat û li Wanê peywirdar ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatin astengkirin û bi tu awayî nehiştin çavdêriyên xwe bikin. Hêzên ewlekariyê yên Wanê ji şandeya me re got ku li ser biryara walîtiyê destûrê nadin.”    ‘HILBIJÊRÊN’ VEGUHESTÎ   Bi domdarî wiha hate gotin: “Ji me re hate gotin ku li navçeyên Kerboran û Strewrê; li navçeya Pasûrê; li navçeya Gever a Colemêrgê; li navenda Dêrsimê û navçeya wê ya Qisleyê; li navenda Şirnexê; li Qers, Agirî û Îdirê hêzên ewlekariyê bi mînîbus, otobûs û wesayîtên zirxî bi awayekî komî anîn dibistanan, hinekan jê bi unîformayên xwe hinekan jî bi çekên xwe dengên xwe dan; li hinek sindoqên ku hêzên ewlekariyê qeydên wan lê hebûn qeydên sivîlan tune bûn. Mîna di her hilbijartinê de, di serî de li navenda Rihayê û hinek navçe û gundên wê deng bi komî û eşkereyî hatin bikaranîn; hinek hilbijêran pusulayên dengan li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kirin û hat îdiakirin ku beramberî vê jî pere wergirtine.   LI BURSAYÊ KESEK HATE KUŞTIN 3 JÎ BIRÎNDAR BÛN   Li navçeya Mûstafakemalpaşa ya Bursayê kesê bi navê Yûsûf Yîgît di êrişa E.Y. (36) û M.Y. ve bi îdiaya ku deng daye namzetê keyatiyê yê ne ji xizmên wan e bi çekê kuştin. Her wiha yek jê zarokeke 3 salî 2 kes jî birîndar bûn.    RIHA-XELFETÎ   Saet serê sibehê di 05.00’ê de komeke çekdar dora Dibistana Seretayî ya Hîlallî ya Xelfetiyê girtin, muşahit ji dibistanê derxistin û deng bi komî dan.   Şaredarê Xelfetiyê û namzetê AKP’ê Şeref Albayrak û 100 kesên pê re jî li dibistana navîn a li gundê Talîkanê hewl dan bi hev re deng bidin.    SERÊKANIYÊ   Kesên ji bo pereyan deng dayîn AKP’ê, li ser koma WhatsAppê pusulayên dengên xwe parve kirin.    AMED-SÛR   Li gundê Çirnika yê Sûrê ji ber hilbijartinê di navbera du aliyan de şer derket û kesek hate kuştin. 11 kes jî birîndar bûn. Her wiha rojnamegerên ji bo şopandina hilbijartinê hatin vî gundî jî rastî êrişa çekdarî hatin.    Di êrişa çekdarî ya li Çirnikayê de peywirdarê sindoqê yê DEM Partiyî Emîn Çelîk hate kuştin, 2 jê giran 11 kes jî birîndar bûn.    XANA AXPAR   Namzetê AKP’ê yê Xana Axparê ji bo hezar û 200 dengên li 4 gundan peymaneke bi bedela 2 milyon TL mohr kr. Hat zanîn ku bi keyayan re lihev kiriye.    ŞIRNEX   Parlamenterên DEM Partiyê û muşahitan bi sedema ku di sindoqa hejmar 5950 ya li Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîgîl tu hilbijêrên sivîl tune ne, bertek nîşan dan.    CIZÎR   Namzetê AKP’ê êrişî peywirdarê sindoqê yê Partiya Îyiyê kir û rageşî derket.    ÎZMÎR    Welatiyê bi navê Şahîn Uzun ji sedî 92 astengdar e û dane sindoqa hejmar 1010 a Dibistana Navîn a Alî Şîr Nevaî. Tevî ku astengdare jî dane qata 3’yan û li gel ku ev rewş ji YSK’ê re hatiye vegotin jî qeyda Şahîn Uzun derneketiye.  Her wiha li heman dibistanê qeyda welatiyên astengdar Tulay Ozalp û welatiyê 82 salî jî qeyda wan di sindoqa hejmar 1007’ê bû û li qata 2’yan bû.    ENQERE - ÇANKAYA   Li pêşiya Dibistana Turhan Fevzîoglûyê materyalên kampanyaya hilbijartinê yên Partiya Îyiyê hene.    SEMSÛR - ÇÎLIKAN    Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê Muhammed Yilmaz li bajarokê Sergolanê du caran deng bi kar aniye.    MÛŞ   Agahiya binpêkirineke din jî ji sindoqa hejmar 1108 a Dibistana Seretayî ya Mehmet Akîf Ersoy a navenda Mûşê hat. Hat diyarkirin ku jineke çarşefa reş li xwe kirî di sindoqên cuda de sê caran dengê xwe da.    Banga me ya ji bo YSK’ê û Serokatiyên Lijneya Hillbijartinê ev e;    Tavilê dawî li astengkirina 300 peywirdarên me yên li 22 bajaran bînin; ewlehiya wan biparêzin û alîkar bibin ku bikarin çavdêriyên xwe bikin; derheqê kes û komên ewlehiya hilbijartinê dixin xetereyê de lêpirsînên bibandor bidin destpêkirin; derheqê bêusuliyên me li jor tespît kirin de lêkolînên pêwîst bikin û tevdîran bigirin; ewlehiya xebatkarên çapemeniyê mîsoger bikin; li dijî êriş û astengkirina namzetên şaredariyê û partiyên siyasî tevdîrên pêwîst bigirin.”