Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan 2024-03-31 18:11:29   RIHA - Şaredarê AKP’î Şeref Albayrak ê li Xelfetiyê jinûve bû namzet û 150 kesên pê re, li 5 cihên cuda bi komî deng dan. Parêzerên DEM Partiyê yên îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bûn, serî li dozgeriyê dan û gilî kirin.    Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê Şaredarê AKP’î Şeref Albayrak ê jinûve bû namzet û 100-150 kesên pê re, li 4 gundan û taxekê bi komî deng dan.   Şeref Albayrak ê AKP’î û koma pê re li sindoqên bi hejmara 1062-1063 yên li dibistana gundê Kavaklica bi komî deng dan. Parêzerên DEM Partiyê yên li dijî nelirêtiyê girtek girtin, îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya DEM Partiyê kirin. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê, li ser îtîrazê dengên di her du sindoqan de hatine dayîn betalkirin.    Albayrak û kesên pê re li gundê Qunefirikê yê girêdayî navçeyê jî bi komî deng dan. Li dibistana hatinê muşahîtên sindoqan bi darê zorê ji polê derxistin û li sindoqên 1050 û 1051’an bi komî deng dan.    Albayrak û kesên pê re ku xwestin li Dibistana Navîn a Talikan a li gundê Talikan bi komî deng bidin, muşahîtên sindoqan ên li dijî vê yekê derketin derb kirin. Muşahîdê sindoqê yê DEM Partiyê ku xwest dîmenên wê kêliyê bikişîne jî rastî êrişa komê hat û dîmenên kişandin jî bi darê zorê ji telefona wî hatin jêbirin.    GEF LI DEM PARTIYIYAN XWARIN    Hate diyarkirin ku li sindoqên bi hejmara 1087 û 1088 ên li gundê Beresûr nêzî 200 hilbijêrên veguhestî hene û zêdetirî van jî deng dayîne. Têkildarî mijarê girtek hate girtin. Albayrak û koma pê re hatin vir û gef li muşahîdên sindoqan xwarin. Hate zanîn ku ji muşahîdan re gotiye “Pisûlayên vala bidin em deng bidin”. Koma li ser berteka muşahît û welatiyan neçar man ji dibistanê derkeve, hewl da rêyên tên gund bigire.    Namzetê AKP’ê li gel koma pê re hewl da li gundê Salmanli jî bi komî deng bidin. Lê li ser peywîrdarên sindoqê û hilbijêrên din neçar man ji wir derkevin.    Albayrak û kesên pê re li Lîseya Anadolû ya Xelfetiyê welatî û muşahîtên sindoqan ên DEM Partiyê derb kirin. Têkildarî vê gilî hatin kirin. Îtîrazî hemû sindoqên li lîseyê hate kirin.    Li taxa Artaş polîsan û parazvanên Albayrak bi wesayîtan pêşî li DEM Partiyiyên li dijî nelirêtiyên li navçeyê hewl dan têbikoşin girt û ew derb kirin. Polîsên sivîl ên gule berdan hewayî, berê çekê da endamên şandayê û gef li wan xwarin.  Li aliyê din di dîmenên ku saetên serê sibê de hatin parvekirin derket holê ku di zarfên bimohr ên YSK’ê de di pisûlayan de mohr li AKP’ê hatine xistin   SERÎ LI DOZGERIYÊ HATE DAYÎN    Parêzerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî vê nelirêtiyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Xelfetiyê da û gilî kirin.    Hate diyarkirin ku Albayrak û kesên pê re ji saetên serê sibê ve li gundên Qunefirik, Talikan, Beresûr û Kavaklica û li Lîseya Anadolû ya Xelfetiyê ya li Taxa Siyahgul a girêdayî navendê bi komî deng dane.